Lavrentiev: Sûriye, Tirkiye û Îranê li ser nexşerêya Rûsyayê li hev kir

Nûnerê Rûsyayê yê li Sûriyeyê daxuyand ku Sûriye, Tirkiye û Îranê li ser forma nexşerêya Rûsyayê li hev kiriye. Çavkaniyên din jî got heta niha  lihevkirin li ser vê nexşerêyê çênebûye.

Lavrentiev: Sûriye, Tirkiye û Îranê li ser nexşerêya Rûsyayê li hev kir
22 hezîran, 2023   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Rûsyayê, nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê li Sûriyeyê Aleksandr Lavrentiev got Sûriye, Tirkiye û Îranê li ser forma nexşerêya ku Rûsyayê ji bo normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê amade kiriye, li hev kiriye.

Lavrentiev anî ziman ku tevahî aliyan bi giştî li ser forma nexşerêya normalîzekirinê li hev kir û nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin. Her wiha got, ji bo pêkanîna vê nexşerêyê niha hemahengî pêwîst e.

Aleksandr Lavrentiev daxuyand ku pêkanîna nexşerêyê hinekî demê dixwaze û got: "Tişta herî girîng e ku ew proseya normalîzekirinê gav bi gav bi pêş de biçe û divê neyê derengxistin, hemûyan li ser vê yekê li hev kiriye."

Li aliyekî din çavkaniyan ji ajansa Kommersant a rûsî re got heta niha lihevkirin li ser nexşerêya Rûsyayê çênebûye.

(bb)

ANHA