Beşdarên Astanayê; ker, kor û lal - Ehmed MIHEMED

Beşdarên Astanayê; ker, kor û lal - Ehmed MIHEMED
22 hezîran, 2023   07:25

Dewletên ku li Astanayê civiyan rewş û bûyerên li Sûriyeyê diqewimin, berevajî dikin. Eşkere bû ku ew ker, kor û lal in û bi derewan û tawanên bêbingeh gelê Sûriyeyê dixapînin.

Duh tûra 20’an a civîna Astanayê ku 2 rojan di navbera cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de pêk hatibû, bi encamnameyekê bi dawî bû. Beşdarên civînê careke din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanbar kir ku projeyeke cudaxwaz e û yekitiya xaka Sûriyeyê red dike. Her wiha gotin Rêveberiya Xweser diyalogên navxweyî, mafên gelê Sûriyeyê yê diyarkirina çarenûsa xwe û biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an red dike.

Di encamnameya civîna Astanayê de dîsa jî hate îdiakirin ku Rêveberiya Xweser nahêle berhemên sererd û binerd di serî de petrol ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihêjin tevahî sûriyeyiyan.

Ev tawanên li dijî Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tawanên berê cuda nîn in. Lê tawanên vê carê bûn cihê qerfê ji aliyê gelê Sûriyeyê ve, taybetî gelên li herêmên di bin serweriya beşdarên civînê û çavdêrên aloziya Sûriyeyê de.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18'ê Nîsanê ji bo aloziya Sûriyeyê ya ku 12 sal e dewam dike, beynnameyeke çareseriyê bi raya giştî re parve kir. Di beynnameyekê de banga çareseriyeke aştiyane û demokratîk dike ku dawî li êşa bi milyonan gelê Sûriyeyê bîne.

Der barê tawanbarkirina Rêveberiya Xweser bi cudaxwaziyê, Rêveberiya Xweser di beyannameyê de wiha dibêje: "Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê dikin û di wê baweriyê de ne ku bêyî yekitiya welat çareserî ne pêkan e. Ji bo ku çareserî ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin em teqez dikin ku em amade ne diyalogan bi hikumeta Sûriyeyê û tevahî aliyên sûriyeyî re pêk bînin."

Di beyannameyê de behsa ezmûn û sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û wiha tê gotin: "Gelê herêmê di nava vê sîstemê de xwedî maf in û dikarin bi nava hewayeke ewle û îstiqrar û bi awayekî xwezayî azad bijî. Her wiha îsbat bû ku gelên herêmê dikarin bi rêya rêveberiyên xweser pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Têkildarî tawanên ku dibêjin Rêveberiya Xweser nahêle berhemên binerd bigihêje sûriyeyan jî Rêveberiya Xweser di beyannameyê de vê dibêje: "Em teqez dikin ku berhemên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (petrol, gaz û çandinî) mîna berhemên li deverên din ên Sûriyeyê milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne. Careke din em teqez dikin ku pêwîst e ev berhem bi rêya diyalog û tifaqên bi hikumeta Sûriyeyê re werin parvekirin."

Her wiha Rêveberiya Xweser di pêşwazîkirina welatiyên li herêmên din ên Sûriyeyê de li pêş bû û di beyannameyê de diyar dike ku ew amade ye li gorî derfetên xwe pêşwaziya sûriyeyiyên li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser bike. Rêveberiya Xweser ji dema hat avakirin ve ev yek pêk anîn.

Eger em encamnameya civîna Astanayê û mijarên ku Rêveberiya Xweser parve kirine bidin ber hev, dê diyar bibe ka çi qas Rûsya, Îran û Tirkiye xeşîm in, lewre mazûvan Kazaxistanê ji wan xwest ku li cîhekî din bigerin û civînên xwe li dar bixin û şanoya xwe ya pêkenok bi dawî bikin.

Her wiha li cem sûriyeyiyan pirsnîşanan çêdike; gelo ew beşdarên Astanayê li çi digerin? Durûtiya wan eşkere dike. Armanca tawanbarkirina sûriyeyiyan ku cudaxwaz in çi ye, lê êşa xelkê li herêmên dagirkirî, hewldanên tirkkirina herêmên û guhertina demografiya ji bîr kirin.

(mh)

ANHA