Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir

Şêniyên Qamişlo cenazeyê endamê Meclisa Kantona Qamişlo Firat Tuma oxir kir ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê de şehîd bûbû.

Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
Şêniyên Qamişlo şehîd Firat Tuma oxir kir
21 hezîran, 2023   16:45
 QAMIŞLO

Di merasîma oxirkirinê de bi dehan şênî û nûnerên saziyên suryan û keldan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo beşdar bûn.

Kerwanê cenazeyê şehîd Firat Tuma ji pêşiya mala wî ya li Qamişlo bi lidarxistina ayînan ji aliyê endamê Komeleya Çandê ya Suryan ber bi dêra Mar Yaqûb El Nesîbînî ya Keldan ve bi rê ket.

/kr/uploads/files/2023/06/21/164547_-.webp

Piştî nimêjê, kerwanê cenazeyê ber bi Goristana Keldan a li taxa Siyasî ya Qamişlo ve kete rê.  Li goristanê hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Nazîre Gewriye axivî û destnîşan kir ku êrişên rojane yên dewleta Tirk li dijî herêmê bi armanca derxistina tevliheviyê û tirsê di nava gelê herêmê de ne.

/kr/uploads/files/2023/06/21/164529_-.webp

Dûre Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Vîviyan Beho Osê axivî û sersaxî da malbatên şehîdên êrişa li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê û got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Rêveberiya Xweser didomîne, bi taybet piştî ragihandina rêveberiyê ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike. Ev darizandin dê destên veşartî yên li dijî vê rêxistinê, eşkere bike.”

Vîviyan wiha pê de çû: “Aliyên navneteweyî û herêmî hene ku naxwazin aloziya li herêmê bi dawî bibe. Lê belê dixwazin ev alozî şax bide û çareserî pêk neyên.”

Vîviyan destnîşan kir ku ji bo parastina destkeftiyan, xebatên wan berdewam in û bang li hêzên garantor kir ku agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînin û berpirsyariyên xwe bînin cî û dawî li terora dewleta Tirk bînin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanên Asûr ve hate xwendin û di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA