Li Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişan, çalakiya konvedanê

Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konvedanê li dar xist. Di çalakiyê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Li Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişan, çalakiya konvedanê
21 hezîran, 2023   15:07
DÊRAZORÊ

Bi dehan şênî, rûspî, nûnerên meclisên xwecih, endamên saziyên sivîl, leşkerî, komîn û komîteyên Kombûna Jinan a Zenbûya yên rojhilatê Dêrazorê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya rojhilatê Dêrazorê Meşel El Sultan axivî û behsa komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “komplogeran xwestin nakokiyên li Rojhilata Navîn berdewam bikin.”

Endama Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel axivî û got: “Bi çalakiya xwe em dengê xwe bilind dikin ji bo ku piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan bikin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin. Ev rêberê bêhempa ku rêgezên neteweya demokratîk ji gelan re danîn.”

Şehnaz bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî kir ku zulma li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin. Di heman demê de siyasetên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker û berdewamkirina siyaseta guhertina demografiya herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê şermezar kirin.

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî axivî û wiha anî ziman: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina herêmê bi balafirên bêmirov şermezar dikin. Divê çareseriya li Sûriyeyê bi tevlêkirina tevahî pêkhateyan û misogerkirina mafên wan be.”

Çalakî dê sibe bi pêşwazîkirina şandeyên ji herêmên din ên rojhilatê Dêrazorê berdwam bike.

(şx)

ANHA