Meclisa Herêma Rojava: Dawî li van binpêkirinan û êrişan bînin

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kirin ku dawî li van sûcan bînin.

Meclisa Herêma Rojava: Dawî li van binpêkirinan û êrişan bînin
21 hezîran, 2023   14:59
DÊRAZOR

Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şermezar kirin.

Endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Rojava Ebûd El Eran daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li bajarokê El Kesra xwend.

Nûnerên komîteyên herêmê, nûnerên meclisên xwecih û şêniyên herêmê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewlet Tirk a dagirker û hedefgirtina, navendên tenduristiyê, binesaziya herêmê, pêşeng û welatparêzan hat şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku dawî li van sûcan bînin.

Di dawiyê de hat gotin: “Em ji cîhanê re dibêjin, em dê li hember komployên li dijî me bisekinin û em soz didin ku heta serkeftinê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

(şx)

ANHA