PYD`ê geşedanên siyasî li Reqayê nîqaş kirin

PYD`ê bi dirûşma “Geşedanên siyasî û beyannameya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê” panelek li hola Navenda Çandê ya Reqayê li dar xist. 

PYD`ê geşedanên siyasî li Reqayê nîqaş kirin
21 hezîran, 2023   14:42
 REQA

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Reqayê, nûnerên partiyan, siyasetmedarên serbixwe, rûspî û Meclisa Sivîl a Reqayê tev li panelê bûn.

Di panelê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê, Sîhanok Dîbor axivî û behsa geşedanên siyasî yên li herêmê û cîhanê kir.

Dîbo got:  “Em pirsgirêka mayînde ya rûbirûbûna netewdewletê diyar dikin ku di serî de dijminahiya xwe li hember gelên herêmê zêde kirin. Mijara din jî me kiriye ku bi têgîna civakên paşverû re rû bi rû bin. Lê ne li gorî xwezaya pêvajoyê ye nemaze ku herêm yek ji damezrînerên şaristaniyan û dîrokê ye. Ev jî bi rastiya dîroka me re ya ku di nava ramana şaristanî û çandî de tê zanîn, hevdem e.”

/ar/uploads/files/2023/06/21/133218_ndwh-hwaryh-lhzb-alathad-aldymqraty-pyd-lmnaqshh-almstjdat-alsyasyh-fy-almntqh-28329.webp

Der barê normalîzekirinê de Dîbo got: “Wek partiyek ji destpêkê ve helwesta me diyar bû ku çareseriya aştiyane ye. Lê me tu opozîsyonek nedît ku ne girêdayî aliyên derve ye. Ji ber wê me rêya sêyemîn ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pejirand. Lê heman alî û heman pêkhate mîna Îtîlafê, gotin niyeta kurdan heye ku projeyeke cudaxwaz anku Rêveberiya Xweser li dar bixin. ”

Sîhanok Dîbo balkişand ser gavên Komkara Erebî û wiha domand: “Komkarê ji destpêka aloziyê ve, bi gavên xwe neheqî li gelê Sûriyeyê kir. Mîna gotina pêşiyan kir, li şûna kil bike kûr kir, di lûtkeya Dohayê de  kursiya Sûriyeyê radestî Îtîlafê kir. Ev gav derqanûnî ye û neheq e. Nekarî pergaleke alternatîf peyda bikin ku bikare aloziya Sûriyeyê çareser bike.”

Di dawiyê de Dîbo wiha anî ziman: “Li gel van bûyeran û qewimînan, Rêveberiya Xweser beyannameyek danî ji bo ku aloziya li welêt çaresr bibe. Beyanname ji 9 bendan pêk tê û rêveberiyê bi daxuyaniyekê ragihand. Di beyannameyê de, bidawîkirina bikaranîna aliyê mirovî û mijara penaberan di siyasetê de destnîşan dike. Ev beyanname bandor li cîhanê û cîhana erebî kir. Însiyatîfa wê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî heye.”

Beşdaran nêrînên xwe der barê mijara panelê de parve kirin û Sîhanok Dîbo jî, bersiva pirsên wan da.

(şx)

ANHA