Jinên Kurd û Filistînî yên li Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anîn

Kongra Star û Komeleya Jinên Filistînî yên Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anî û destnîşan kir ku ew dê her sembola têkoşînê bimîne.

 Jinên Kurd û Filistînî yên li Lubnanê şehîd Zîlan bi bîr anîn
21 hezîran, 2023   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

30'yê Hezîranê salvegera 27'emîn a şehadeta şehîd Zîlan "Zeyneb Kinacî" ye ku di encama operasyoneke fedayî de li dijî artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê di 1996'an de şehîd bûye.

Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star a Lubnanê û Komeleya Jinan a Jîn û Komeleya Jinên Filistînî li navenda komeleyê ya Birc El Beracnê ya paytexta Lubnanê Beyrûtê, şehîd Zîlan bi bîr anî.

Bi dehan jinên filistînî, sûriyeyiyên li Lubnanê, tev li merasîmê bûn. Di serî de endama Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star a Lubnanê Henan Osman axivî û got: “Jiyana şehîd Zîlan bi têkoşîn û berxwedanî dagirtî bû. Xwedî dîrokeke demdirêj a têkoşînê bû ku layîq e em îro behsa wê bikin û li ser şopa wê biçin. Şehîd Zîlan sembola Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.”

Henan di dawiyê de nameya şehîd Zîlan xwend û behsa sedemên ku ji ber wê çalakiya xwe ya fedayî li dijî artêşa Tirk a dagirker li dar xistiye, şîrove kirin.

Her wiha Seroka Komeleya Jîn Buşa Elî berxwedana şehîd Zîlan silav kir û got: “Şehîd Zîlan, navê Zîlan pejirand ji bo ku komkujiya geliyê Zîlanê yê li Dersîmê neyê jibîrkirin.”

Buşra destnîşan kir ku komkujiya Dersîm û şehîd Zîlan bi hev ve girêdayî bûn û di dîrokê de hatin nivisîn.

Di dawiya merasîmê de beşdaran pêwîstiya lidarxistina mîna van çalakiyan, lidarxistina panelan ji bo bîranîna sembolên gelên Kurd û Filistînî destnîşan kir.

(mh/şx)