Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir

Rêxistinên civakî, siyasî û yên jinan komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker a li dijî hevserok û endamên Meclisa Kantona Qamişloyê pêk aniye, şermezar kir û diyar kir ku piştî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyaên DAIŞ`ê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêdetir kirine.

Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
Rêxistinên siyasî, civakî û yên jinan komkujiya dewleta dagirker şermezar kir
21 hezîran, 2023   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (20 Hezîranê) balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo li erebeya Meclisa Kantona Qamişlo da. Di êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevseorkatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Her wiha Hevserokê Kantona Qamişlo Gabî Şemûn birîndar bû.

QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Welîde Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êriş di çarçoveya plana li dijî projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hatiye û wekî hewldaneke tirsandin û teslîmgirtina şêniyan hat hesibandin.

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên zext, tirsandin û teslîmgirtina jinan de pêk tên û armanc ew e ku dev ji destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin berdin.

Meclisê li ser encamên van siyasetan hişyarî da û destnîşan kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê ne bi rêya civînên mîna Astanayê, lê belê bi dawîkirina destwerdanên derve û destpêkirina diyaloga sûriyeyî pêkan e.

Bang li hêz, civak û rêxistinên navneteweyî hat kirin ku li hember van “sûcên şer û terora dewletê” berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê jî bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li taxa Enteriyê ji aliyê dayika şehîd Feysel, Fatima Casim û xwişka şehîd Rojan, Şêrîn Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê zêdetir bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Divê gelê me rastiya vê dijminî nas bike. Divê dev ji axa xwe bernede û bi hemû hêza xwe biparêze. Em di qonaxeke hesas re derbas dibin. Divê her kes li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest be. Peyama me zelal e, em dev ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin. Em bang li Kurdên li seranserê cîhanê dikin ku ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava dakevin qadan.”

HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî têkildarî mijarê daxuyanî da. Hevseroka Meclisê Rewşan Mihemed daxuyanî li Qada Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Rewşen destnîşan kir ku êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker hemwextî civîn Astanayê û biryara Rêveberiya Xweser a darizandina DAIŞ`iyên biyanî pêk hat û got: “Dewleta Tirk sponseriya terorê dike û naxwaze çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin.”

Rewşen anî ziman ku armanca dewleta dagirker a derbekirina projeya Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk, her wiha hedefgirtina xebatên saziyên rêveberiyê yên ku xizmeta gelê herêmê dikin, êdî ji her kesî ve diyar e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em soz dikin ku em ê rêya şehîdên xwe berdewam bikin û destkeftiyên ku bi dest xistine, biparêzin.”

YEKÎTIYA JINÊN ÊZIDÎ

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî da. Tê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, hedefgirtina welatîî û xebatkarên saziyan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca siyasetên qetilkirin û qirkirinê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbekirina projeya neteweya demokratîk û vîna pêkhate, olên li herêmê û jinên Kurd e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hedefgirtina jinên pêşeng û rêveberiyên saziyên Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina ewlehî û îstîqrara Rojava û şikandina vîn û berxwedana gelên herêmê ye.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d68IQcmIHW0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Her wiha Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê jî der barê mijarê de daxuyaniyek da. Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Cîhan Derwêş li pêş avahiya rêveberiyê ya li Kobanê daxuyanî xwend û komkujî şermezar kir.

Di daxuyaniya xwe ev tişt hatin diyarkirin: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker hemwextî biryara Rêveberiya Xweser a destpêkirina darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê pêk hatin. Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker a ku piştgiriyê dide terorê vê dadgekirinê naxwaze ji bo da ku rastî û piştgiriya wê ji DAIŞ′ê re aşkera nebe.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Wek Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê em ê di oxira pêkanîna azadiyê ji tevahî jinên cîhanê re li ser şopa şehîdan dimeşin."

MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da. Berdevka nivîsgehê Riweyda Hinêzil daxuyanî li pêşiya avahiya nivîsgehê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jin stûna projeya neteweya demokratîk in, ji lew re dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li dijî herêmê de jinan hedef digire û hat gotin: “Em ê têkoşîna şehîd Yursa û Leyman dewam bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk dê bersiva herî guncaw a tevahî komployên li dijî herêmê bin.

PARTIYA DEMOQRATÎ YA KURDÎ Lİ SÛRİYÊ (PARTÎ)

Komîteya Navendî ya Partiya Demoqratî ya Kurdî li Sûriyê (Partî) jî daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin

 “Careke din hikumeta AKP′ê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Armanca wê ji van êrişan têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê ye.

Em êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li ser van herêmên ku bi saya fedakariyên bi hezaran ciwanên gelê Kurd û gelên herêmê ewlehî lê pêk hatiye, şermezar diki. Em bang li civata navneteweyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Koalîsyona Navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin û dawî li kiryarên dewleta Tirk bînin.”

(c,fr)

ANHA