Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên herêmên Cizîr û Şehbayê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hevseroketiya Meclisa kantona Qamişlo û cîgira hevseroketiyê û endamê meclisê pêk aniye şermezar kir û soza bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîdan da.

Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
Saziyan êrişên li dijî herêmê şermezar kirin
21 hezîran, 2023   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke Meclisa kantona Qamişlo li ser rêya Qamişlo - Tirbespiyê hedef girt û di encamê de hevseroka meclisa kantonê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiyê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

KANTONA HESEKÊ

Der barê vê mijarê de, saziyên sivîl û Kongra Star ên Hesekê bi daxuyaniyên cuda ev komkujî û hemû êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, endamên Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û destnîşan kir ku êdî armancên Erdogan ên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser diyar bûne.

Li navçeya Dirbêsiyê, daxuyanî li pêşiya çerxerêya Jinê ya navenda navçeyê ji aliyê endama Kongra Star Nisrîn Şîno ve hat xwendin.

Nisrîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van êrişan îradeya jinên azadîxwaz têk bibe.

Li navçeya Holê jî meclisa navçeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeyê ji aliyê hevserokê meclisa navçeyê Cûdî Azad ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hemwextî ragihandina darizandina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin.

Her wiha, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bang li hêzên navneteweyî kir ku li hember hovîtiya dewleta Tirk a dagirker a li dijî sazî û rêveberên ku xizmeta gel û welatê xwe dikin, xwedî li erkên xwe derkevin û êrişan rawestînin.

Nivîsgehê bang li gelê Kurd ê li seranserî cîhanê kir ku ji bo destekdayîna Şoreşa Rojava, dakevin qadan û destnîşan kir ku ew dê her dem li pişta hêzên leşkerî bimînin û Erdogan nikare îradeya wan a ku ji şehîdan û ji Rêber Abdullah Ocalan wergirtine, têk bibe.

KANTONA QAMIŞLO

Kongra Star a navçeya Tirbespiyê hevkariya civata navneteweyî ya bi dewleta Tirk a dagirker re bi daxuyeniyekê şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê ji aliyê endama Kongra Star Xaliye Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Rûsya wek berpirsa komkujiyên rojane yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê pêk tîne, hat nîşandan.

Her wiha hat piştrastkirin ku êrişên li dijî jinan bi armanca têkbirina îradeya wan in û li hember van hewldanan, soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn.

(mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FS4qR6yh_5U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>