Gabî Şemûn têkildarî êrişê axivî

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişloyê Gabî Şemûn ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûye, hûrgiliyên êrişê aşkera kirin.

Gabî Şemûn têkildarî êrişê axivî
21 hezîran, 2023   12:41
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke Meclisa Kantona Qamişloyê li ser rêya Qamişlo-Tirpespiyê li nêzî gundê Til Şeîr bombebaran kir, di encamê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûbûn.

Her wiha hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şemûn jî ji serê xwe birînar bû û rakiribûn nexweşxaneyeke Qamişloyê. Şemûn îro ji nexweşxaneyê derket.

Gabî Şemûn têkildarî êrişê ji ajansa me re axivî.

Şemûn wiha got: "Min, hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Ferat Tûma serdana meclisên girêdayî kantonê dikir."

Şemûn wiha domand: "Dema em vedigerîn, me li ser mijarên girêdayî meclisên serdana wan kirine da ku çareseriyan deynin, nîqaş dikir. Ji nişka ve me dengek bihîst, min hew tiştek dît. Tenê min cenazeyê Firat li kêleka xwe dît. Min got qey qezayek e. Min cesedê wî ji ser xwe rakir, min derî vekir û derketim derve. Piştre min zanî êriş li me kirine."

Gabî Şemûn bi xemgînî wiha pê de çû: "Tavilê Firat şehîd ket, ji ber ku moşek li nêzî wî ket. Min lez kir ku alîkariyê bikim, Yusra û Leymanê rizgar bikim. Lê min nekarî derî vekim û wan rizgar bikim. Di encama êrişê de agir bi binê erebeyê ket û hêdî hêdî bi erebeyê giştî diket."

Da ku Gabî wan rizgar bike, bi lez dike û berê xwe dide karkerên li nava zeviyên derdorê dixebitin û wiha domand: "Lê dema karker nêzî cihê me bûn, dagirkeriyê êrişeke nû pêk anî, ew tirsîn û paşve vekişîn. Min bi tenê nekarî wan rizgar bikim."

Şemûn wiha li gotina xwe zêde kir: "Em li beramber dijmineke tirsonak, terorîst û destekê dide terorê ne. Em baş dizanin ku di rêya me de xetere hene. Lê êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker, piştî Rêveberiya Xweser ragihand ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ′ê bike ku rejîma Tirkiyeyê yekser destekê dide wan, pêk hat."

Gabî Şemûn di dawiyê de got ew ê heta serkeftinê li ser rêça şehîdan bimeşin.

(fr)

ANHA