​​​​​​​Endamê Meclisa PYD`ê: Gel bi hevgirtinê dikare êrişan pûç bike

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Kenan Berekat êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê wek berdewama hewldanên vejandina Dewleta Osmanî hesibandin û got “Bi hevgirtina gelên herêmê êriş dikarin bên pûçkirin.”

​​​​​​​Endamê Meclisa PYD`ê: Gel bi hevgirtinê dikare êrişan pûç bike
21 hezîran, 2023   12:16
 QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Çilaxa ya girêdayî kantona Qamişlo civînek ji gel re çêkir. Di civînê de geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.

Şêniyên Çilaxa û gundên wê, endamên sazî û meclisên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û endamên Kongra Star beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Kenan Berekat axivî û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên derbekirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Berekat, komkujiya ku duh (20`ê Hezîranê) dewleta dagirker li ser Tirbespiyê-Qamişlo pêk aniye, bi bîr xist û anî ziman ku ev êriş ne nû ne û armanc jê vejandina Osmaniyan bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Kenan Berekat destnîşan kir ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe dikare li hember planên qirkirina çandî û fîzîkî yên dewleta Tirk a dagirker bisekine û êrişên wê pûç bike.

(c)

ANHA