KJK: Çi dibe bila bibe divê em nehêlin derbê li destkeftiyên me bixin

KJK'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got "Çarenûsa gelê me û Rojava di bin rîskê de ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê em nehêlin derb li destkeftiyên me bêne xistin."

KJK: Çi dibe bila bibe divê em nehêlin derbê li destkeftiyên me bixin
21 hezîran, 2023   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku êrişên li ser Rojava bandorê li tevahiya Kurdistanê dikin.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya dijminatiya li jinan, gelê Kurd û mirovahiyê li pêş çavên raya giştî ya cîhanê, li Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam dike. 20'ê Hezîrana 2023'an li bajarê Qamişlo yê Rojava, Hevseroka Meclîsa Bajêr Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tuma bi êrişa balafira bêmirov a bombebarkirî qetil kir. Di heman êrişê de Hevserokê Meclîsê gabî Şemun ê Suryan jî bi giranî birîndar bû. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna şehîdên xwe ditewînin û hîn bi xurtî soz didin ku ji bo bîranîna wan li Kurdistana Azad paşerojeke azad a jin û gelan biafirînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan, hevrêyên wan û gelê me yê welatparêz re dixwazin, ji birîndar re jî şîfa xêrê dixwazin. Em destnîşan dikin ku xweparastin û bersivdan maf û wezîfeyeke.

Jin û gelê me yê hêja!

Dewleta Tirk sed sal in bi rengekî bê navber qirkirinê li gelê Kurd ferz dike. Tunekirina gelê Kurd, pêşeng û rêberên têkoşînê û berxwedanê ji xwe re kiriye polîtîkayek û pêk tîne. Ji xwe re kir armanc ku bê rêxistin, bê pêşeng û bê statu bihêle, bi asîmîlasyon, sirgûn, darvekirin û qetilkirinê hebûna Kurdan ji holê rake. Dema ku ev yek kir jî ji Kurd ê xayin, ji nêzîkatiyên dijminatiya li Kurdan a dewletên herêmê û ji polîtîkayên berjewendîperest ên hêzên hegemon ên navneteweyî sûd wergirt, bi piştgirî û tevkariya wan, ev yek kir. Bi sedsala duyemîn a Peymana Lozanê re polîtîkaya qirkirinê û tunekirina Kurdan hîn bêhtir bêperwa kir, derbasî derveyî sînorên dewleta Tirkiyeyê kir û gihand Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê. Heman êriş li derveyî welat jî, li ku derê Kurdek hebe li wir hate kirin. Bêyî ku guh bide pîvanekî exlaqî, mirovî û hiqûqî yên navneteweyî ev êriş têne girankirin û dewamkirin. Cîhan jî lê temaşe dike. Dewleta Tirk tola têkçûna DAÎŞ'ê ji Kurdan û Rojava hiltîne. Bi van êrişên li derveyî mirovahiyê berdêla têkbirina DAÎŞ'ê hiltîne. Di serî de hêzên 'koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, civaka navneteweyî li hemberî van êrişan bêdeng e. Ev bêdengî bêrehm e, cihê xwe di nava pîvaneke exlaqî de nîne.

DIVÊ BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANEKE XURTTIR BERSIV BÊ DAYÎN

Gelê me yê hêja, mirovahiya şoreşger, çep û demokrat!

Li Tirkiyeyê, konsepta êrişê û polîtîka dijminê mirovahiyê, neteweperestî, nijadperestî û olperestiyê ku klîka faşîst a Erdogan, Bahçelî serkêşiyê jê re dike, bi qetilkirina Kurdan dixwaze li herêmê bibe hêza yekane ya hegemon. Divê armanca tunekirina Kurdan bi her awayî bê dîtin û bi têkoşîn û berxwedaneke hîn bi xurtî bersiv bê dayin.

Ji ber ku rola Rojavayê Kurdistanê ya li dijî qirkirina mirovahiyê, jin û ekolojîk dibîne, rol, destûr û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya di van êrişên dewleta Tirk de heye. Bi rengekî eşkere bûne şirîkê komkujiya jin û Kurdan. Kurd û jinên ku DAÎŞ sekinandin, bêbandor hiştin û di vê oxirê de têkoşiyan têne qetilkirin, lê ew hêz aciz nînin, di heman demê de bi hesabê endametiya dewleta Tirk a li NATO'yê dibêjin 'nikarin tiştekî bikin' û bi vî rengî durûtiyê dikin.

LI HER DERÊ ÊRIŞ HENE

Ev êrişên li qadê radixin pêş çavan bê Rojava bi rewşeke çawa ya metirîdar re rû bi rû ye. Armanc ji bazariyên qirêj ên dewletên hêzên mêtinger ku hatine nûkirin, armanca ji peymanên dîplomatîk ew e ku Kurdan bê îrade, bê rêveberî, bê paşerojê bihêlin. Êriş bi rengekî giştî ne, li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî têne kirin. Hewldanên ji bo tunekirina destketiyên Kurdan yek bi yek, hatine zêdekirin. Li her derê êriş hene, rêya pêşîgirtina li êrişan jî berxwedan e.

Hebûna Rojava ya li ser piyan, bandorê li seranserê Kurdistanê dike. Tunebûna destketiyên wê jî bi heman rengî wê bandorê li çar parçeyên Kurdistanê bike. Destketî encama têkoşîna me ya demdirêj bû. Em bang li gel û jinên Kurd dikin, ku bi hesasiyet û berpirsyarî tevbigerin, li her qadê têkoşînê mezin bikin. Divê Kurd ne bi berxwedaneke pasîf, lê belê bi hêz û îradeyeke ji berxwedan û têkoşîneke her demî ya radîkal destketî bêne parastin. Çarenûsa Rojava û gelê me di bin rîskê de ye. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, divê destûr neyê dayin ku derb li destketiyên me bê xistin.

Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tuma di pêşvebirina şoreşa Rojava de xwedî ked bûn. Di şexsê wan de em şehîdên demokrasî û azadiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û êrişa li dijî wan bi tundî şermezar dikin. Her yek ji wan ew mirov bûn ku bi dil û mejiyê xwe di avakirin, pêşvebirin û parastina şoreşê de xwedî ked bûn. Xwedîderketina li vê kedê, berxwedanê û sekna bi rûmet, xwedîderketina li xeyalên paşerojeke azad a ji bo mirovahiyê û jinan, wezîfeyeke demokratbûyînê û mirovbûyînê ye. bi vê wesîleyê em careke din bang li gelê Kurdistanê, jinan, mirovahiya pêşverû, jinan dikin ku li hemberî van êrişên faşîst helwestê nîşan bidin, bi hev re berxwedanê mezin bikin."