​​​​​​​PJAK’ê sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest

PJAK’ê bi peyamekê êrişa dewleta Tirk şermezar kir ku tê de Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma şehîd bûbûn û sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest.

​​​​​​​PJAK’ê sersaxî ji Rêveberiya Xweser re xwest
21 hezîran, 2023   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi peyamekê sersaxî ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest.

PJAK’ê êrişa artêşa Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku di demê dawî de bi êrişên nemerdane gelê Kurd dike hedef û hate gotin: “Êrişên ku li ber çavê raya giştî ya cîhanî ku îdia dike rûmeta mirovahî û demokrasiyê diparêze û bêdengiya hêzên hegemon tên kirin, sûcên li hember mirovahiyê ne.

Hevrêyên me Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Tûma di encama lihevkirina dijminê gelê Kurd de şehîd bûn. Bê şik û guman bi saya têkoşîna gelê Kurd û taybet têkoşîna Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekitiya gelê me û ewladên wê yên fedakar ên li dijî dijmin destkeftiyên mezin hatine bidestxistin. Wê têkoşîna yekbûyî ya gelan serkeftinê bîne.”