​​​​​​​Qahîre dûrî IMF`yê li çareseriyên aborî digere

Piştî gurbûna qeyrana aborî û krîza dolar li welêt, Misir dest bi lêgerîna rê û rêbazên nû kir, ji bo ku aboriya xwe baştir bike û pêdiviyên gelê xwe dabîn bike.

​​​​​​​Qahîre dûrî IMF`yê li çareseriyên aborî digere
21 hezîran, 2023   06:40
QAHÎRE - MUHSIN EL MISRÎ

Balyozê Rûsyayê yê li Qahîreyê beriya çend rojan ragihandibû ku Misirê bi awayekî fermî daxwaznameya tevlêbûna bloka BRICS’ê pêşkêş kiriye.

Serokê Misirê Ebdulfettah El Sîsî 30`yê Adarê tevlêbûna Misirê ya Banka Geşepêdanê ya bloka BRICS’ê erê kiribû.

BRICS, li ser asta cîhanê yek ji blokên aboriyê yên herî girîng e. Çîn, Rûsya, Hindistan, Brazîlya, Başûrê Afrîkayê endamên wê ne. Blok, ji sedî 30’ê aboriya cîhanî ye. Ji sedî 26`ê rûbera cîhanê ye û ji sedî 43`yê nifûsa cîhanê ye. Zêdetirî sêyeka danên li cîhanê hildiberînin.

Li gorî çavdêran, tevlêbûna BRICS’ê, di aliyê aborî de sûdê li Misirê dike. Nexasim ku piraniya pêşketinên aborî yên Misirê bi dest xistine, bi hevbendiya xwe ya hêzên rojhilat ve ku BRICS niha nûnertiya wan dike, girêdayî ye.

RIZGARIYA JI FERMANÊN AMERÎKAYÊ

Profesorê aboriyê ya Akademiya Zanistanên Rêveberî ya Sadat a Qahîreyê û profesorê serdanvanê Zanîngeha Fînansê ya Moskovê û Zanîngeha Aboriyê ya Moskovê li Bilxanov Dr. Nûr Neda got: “Ji beriya derdora 2 mehan, tevlêbûna Misir, Cezayîr û Erebistana Siûdî di bloke de hat erêkirin.”

Neda diyar kir ku dewletên herêmê dixwazin cihekî bêalî dûrî pergala aborî ya cîhanê ku di bin hegemoya Amerîkayê de bigirin. Her wiha daxwaza wan dewletan a rizgariya ji bandora dolarê û fermanên Amerîkayê destnîşan dike.

Neda wiha domand: “Dibe ku pêşeroj ya hevbendiyeke mîna BRICS be. Nexasim ku daneyên heyî piştrast dikin ku rola dolara amerîkî di danûstandinên bazirganî de, kêm bûye. Her wiha bikaranîna wê wek diravên yekdek ji bo diravên nîştimanî li piraniya dewletên cîhanê ji sedî 95 daketiye heta ji sedî 58. Hemwextî wê, girêdana dewletên cîhanê bi diravên nîştimanî zêdetir bûye. Dibe ku ev ji bo rewşa li Misirê sûdmend be.”

Her wiha Neda nirxandinên xwe wiha domand: “Belgeyên hikumeta rojavayî, pozîsyona xwe wek stargeheke ewle ji bo rezervên cîhanê ji dest dan. Nexasim, piştî ku Amerîka veberhênanên li dewletên cîhanê wek amûreke zexta siyasî bi kar anî. Dema nêrînên dewletan bi siyaseta derve ya Amerîkayê re bi nakok bin, ew cemidandin. Her wiha gihaşt asta gefxwarinê, mîna ku bi dewletên wek Rûsya, Îran û Çînê re çêbûye ku rûbirûyî cezayên amerîkî ne, tenê ji ber ku serî li hember hegemoya Amerîkayê hil dan yan jî li dijî siyaseta wê ya navneteweyî derketin.”

DIRAVÊ ALTERNATÎF

Neda bal kişand ser ku bloka BRICS hewl dide ku diraveke alternatîfê dolarê ragihîne da ku endamên wê di danûstandinên bazirganî de bi kar bînin. Li gorî Neda ev dê ji bo Misirê di vê rewşa ku tê de ye û ji ber krîza dolar, baş be.

Neda da zanîn ku cara yekemîn e asta hilberîna neteweyî ya giştî ya dewletên bloka BRICS, asta hilberîna neteweyî ya giştî ya 7 dewletên mezin bi rêjeya ji sedî 33 derbas kir û got: “Ev mezinbûna cihê aborî yê dewletên bloka BRICS’ê nîşan dide.”

MISIR DI NAVBERA ROJHILAT Û ROJAVA DE

Şêwirmendê aboriyê Ehmed Xuzeym jî got: “Ez yekemîn kes bûm ku piştgiriya tevlêbûna Misir a bloka BRICS’ê kiriye.”

Xuzeym wiha domand: “Hêza rojhilat (kampa rojhilat) ku niha BRICS nûneriya wê dike, ji bo Misirê aliyê herî baş û guncew e. Li Misirê di salên 50 û 60`î de her zemîneke pîşesazî bi hevkariya kampa rojhilat a ku Yekitiya Sovyet nûnertiya wê dikir, dihat avakirin.”

Li gorî Xuzeym, aloziyên aborî yên li Misirê sedema wê ya sereke tevlêbûna wê ya kampa rojava ye ku dewletên paşketî wek bazarekî xerîdar bi kar tîne.

Xuzeym di wê baweriyê de ye ku tenê kampa rojhilat ji Misirê re guncew e û wiha pê de çû: “Ji ber ku dewletên girêdayî xwe bi pêş dixe. Dîroka Misirê jî delîla herî mezin e ji ber ku hemû pîşesaziyên stratejîk ên mezin li Misirê di dema hevalbendiya wê li gel Soveyt de hatine kirin.”

Xuzeym ev li gotinên xwe zêde kir: “Di kampa rojhilat de, dewletên endam bazirganiyê bi diravên xwe dikin. Ev bi awayekî zelal di rêbaza karê BRICS de xuya dibe. Her wiha Fona Pereyan a BRICS ku ji bo pêşketinê hatiye destnîşankirin, divê hevirkî Fona Pereyan a Navneteweyî be.”

Li gorî texmînên Banka Navneteweyî, asta veberhênan li Afrîkayê sala 2025’an digihêje 3.2 trilyon dolarî.

Xuzeym anî ziman ku Çîn veberhênan li Afrîkayê li dar xist, ji bo wê û li gorî projeya “Kember û Rê” gelek girîng e ku Misir bibe cihê sereke ya hilberînên wê li Afrîkayê û ew dê bi awayekî erênî bandor li Misirê bike.

Di dawiyê de Xuzeym got: “Tevlêbûna Misirê ya BRICS’ê û eşkerekirina wê daxwazê, dibe ku Misirê bi wê yekê dixwaze fişarê li Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) bike ku ew jî fişarê li Misirê dike da ku tedbîrên aborî yên giran bigire. Lê belê tevlêbûna BRICS dê berjewendiyên Misirê di tevahî aliyên aborî de pêk bîne. Divê Misir di vê rêyê de bimeşe heta ku tev lê bibe.”

(şx)