TJK-E`yê êrişa li dijî hevserok û endamên Meclisa Kantona Qamişloyê şermezar kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê şehîdxistina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê û ajokarê erebeya wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li her kesê kir ku li dijî êrişên qirkirinê di nava çalakiyan de bin.

TJK-E`yê êrişa li dijî hevserok û endamên Meclisa Kantona Qamişloyê şermezar kir
21 hezîran, 2023   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkidarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker duh (20`ê Hezîranê) li dijî erebeya Meclisa Kantona Qamişlo pêk hatiye û di encamê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê erebeyê Firat Tûma şehîd bûne, her wiha heserok Gabî Şemûn birîndar bûye, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbat û xizmên şehîdên hat xwendin û soza pêkanîna xeyalên şehîdan hat dayîn.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê piştî hilbijartinê êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd bi lez û bez didomîne. Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker ji bo dagirkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her rêyê bi kar tînin. Li hemberî van êrîşên ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin, saziyên navneteweyî bêdeng in. Baş tê zanîn hevkariya leşkerî, aborî û dîplomatîk ya Tirkiye, DYA, NATO û welatên Ewropayê hevkariyeke qirêj e. Ev tifaqa wan li ser xwîna gelê Kurd hatiye avakirin. Hêzên ku van êrîşan rasterast an jî bêdeng dipejirînin, şirîkên vî sûcê li dijî mirovahiyê ne. Em careke din bang li saziyên navneteweyî dikin ku nebin şirîkê qirkirina Erdoganê dîktator, piştgiriya polîtîk, leşkerî û maddî nedin qirkirinê.

Lê belê, divê baş bê zanîn ku; êrîş ji ku derê tên bila bên, jin û gelê me wê li her qadê bi berxwedaneke mezin li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava hem bi hêza rêxistinbûyî ya civaka rêxistinbûyî ya gelan û hem jî bi jinan bandora xwe nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê daye.

Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em careke din vê êrîşa xayîn û hovane şermezar dikin û diyar dikin ku li her qadê em ê şoreşa Rojava biparêzin. Şoreşa Rojava ku hemû jinan di rêya şoreşa jinên cîhanê de bi rê ve dibe, şoreşa me ye. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li ser zimanê hemû jinên cîhanê bûye sirûda berxwedanê, di şoreşa Rojava de ruh girtiye û bûye rengê jiyanê.

Li ser van rastiyan em bang li hemû gelê xwe, di serî de jin, dostên xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalif û hemû kesên ku li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst dikin ku, tevlî çalakiyên me bibin û têkoşînê geştir bikin.”