​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir

4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê bi dirûşma “Kenê me ji me re vegerînin” li dika Şehîd Musena Ebdulkerîm a Tebqayê dest pê kir.

​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
​​​​​​​4`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê dest pê kir
20 hezîran, 2023   14:49
TEBQA

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên leşkerî, partî, Rêveberiya jinan, ciwanên şoreşger, jinên ciwan û bi sedan zarok û malbatên wan di roja yekemîn a festîvalê de hazir bûn.

70 zarok tev li festîvalê bûn. Di festîvalê de berhemên zarokan hatin pêşandan. Paşê dayîka zaroka bi navê Lîmar Înam Mihemed hat xelatkirin ku di 3 salên dawîn de tev li festîvalê bû û di encama qezeya trafîkê de sala borî jiyana xwe ji dest da.

Dûre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Elî Elaya axivî û destpêkirina festîvalê pîroz kir û got: “festival, yek ji berhemên binavûdeng ên zarokan in ku di salên borî de ji ber şer û koçberiyê êş kişandine.”

Her wiha Elaya diyar kir ku lidarxistina mîna van çalakiyan, tecrube û behreyên zarokan bi pêş dixin.

Di festîvalê de Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Huda El Ewan axivî û got: “Xebatên komî û çalakiyên hunerî di navbera zarokan de li dar kevin, têkiliyên di navbera wan de xurttir dike. Bi rêya wê dikarin çanda xwe bi xwe pêş bixin. Zarok bi hawîrdora xwe ve bêtir tê girêdan û bi berpirsyariyê dihese.”

Huda destnîşan kir ku lidarxistina mîna van çalakiyan, fişarên derûnî yên li ser zarokan sivik dike û sûdê li zarokan dike ku behreyên wan pêş dixe û berhemên wan bi rêbazên xweşik pêşan dide.

Di roja yekemîn a festîvalê de, berhemên hunerî mîna stran, şano, govend ji aliyê komên Navenda Çandê ya Tebqayê ve hatin pêşandan.

Festival wê 4 rojan berdewam bike. Sibe dê li ser dika Şehîd Musena Ebdulkerîm û roja sêyemîn li bajarokê Cirniye yê bakur rojavayê Tebqayê û roja dawîn jî dê li bajarokê El Sefsaf ê rojhilatê Tebqayê li dar keve.

(şx)

ANHA