Yusra Derwêş: Jina ku li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk ji bo guhertina civakê tê koşiya

Jiyana xwe ji bo guhertina civakê bi rêya lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantona Qamişlo borand. Gelo Hevseroka Kantona Qamişlo ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo-Tirbesiyê de şehîd bûye, kî ye?

Yusra Derwêş: Jina ku li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk ji bo guhertina civakê tê koşiya
20 hezîran, 2023   14:20
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ragihand ku Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarên wan Firat Tuma di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî gundê Til Şiîr şehîd bûn.

Hemwextî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê dest bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike, ev êriş pêk hat.

Gelo Yusra Derwêş kî ye?

Yusra Mihemed Derwêş sala 1972`yan li Amûdê ya kantona Qamişlo ji dayîk bûye.

Sala 2001`an ji zanîngeha zimanê Fransî derçû ye.

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, dev ji perwerdeya di pergala Baas de berda û tev li şoreşê bû. Destpêkê bû mamosteyê zimanê kurdî. Dûre bû mudira Dibistana Betûl a Amadehî ya Amûdê. Yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê. Piştî wê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin.

Piştî xebateke demdirêj di qada perwerdeyê de, 1-11-2022`yan ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo hate hilbijartin.

Şehîd Yusra, pêşengiya çalakiyên ku li ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar diketin, dikir. Roleke çalak di têkoşîna rizgariya jinan de li tevahî Kurdistanê lîst. Di xîtaba xwe de ya di çalakiya piştgiriya jinên Partiya Kesk de hatibû lidarxistin, gotibû: “Tevlêbûna wê di hilbijartinan de, serkeftin bi xwe ye.”

Şehîd Yusra ji bo ku guhertineke civakî ya giştî pêk bê û ji bo lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê, birêxistinkirina komînan di destpêka şoreşê de, xebat kir.

Roleke girîng di komkirina alîkariyan de ji bo zirardîtiyên erdhejê li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê, lîst. Ji bo ku alîkariya zirardîtiyên erdhejê bê kirin, hevdîtin bi gelek beşên civakê û êlên herêmê re çêkir.

(şx)