Di êrişa dagirkeran de Hevseroka Kantona Qamişlo û cîgira wê şehîd bûn-HATE NÛKIRIN

Di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn. Di heman êrişê de hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

Di êrişa dagirkeran de Hevseroka Kantona Qamişlo û cîgira wê şehîd bûn-HATE NÛKIRIN
20 hezîran, 2023   12:48
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê derbarê êrişa balafira bêmirov a biçek ku îro li nêzî gundê Til Şeîr ê li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo pêk hat de, daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ya li Amûdê bi beşdariya gelek kesan hat dayîn. Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê daxuyanî xwend.

Vîviyan Beho Osê bi bîr xist ku hevserokên kantona Qamişlo Yusra Derwêş û Gabî Şemûn, cîgira wan Leyman Şiwêş bi seyareya girêdayî meclisê di çarçoveya xebatên xwe de xwestine biçin serdana saziyên Rêveberiya Xweser ên li kantona Qamişlo. Vîviyan Osê destnîşan kir ku seyare li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo hatiye hedefgirtin, di encamê de Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û ajokarê seyarê Firat Tûma şehîd bûne, hevserok Gabî Şemûn jî birîndar bûye.

Vîviyan Beho Osê da zanîn ku êdî pir eşkere bûye ku hemû armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina pergala Rêveberiya Xweser e û dema derfet dibîne hemû rêveber û endamên saziyên ku xizmeta gel dikin, hedef digirin.

Hevseroka Meclisa Herêma Cizîrê bal kişand ku êriş di demeke ku Rêveberiya Xweser darizandina çeteyên DAIŞ`ê ragihandiye û civîna Astanayê pêk tê de çêbûye û got : « Dewleta Tirk ku sponseriya terorê dike naxwaze rastî eşkere bibin. Em ji serî de ji bo aloziya Sûriyeyê alîgirên çareseriyê û xwedî proje ne, lê diyar e ku hin hêzên herêmî û navneteweyî naxwazin pirsgirêk çareser bibin. »

Hevseroka Meclisa Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê di dawiyê de ji bo malbatên şehîdan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî xwest û got ku ew ê heta dawiyê parastina destkeftî û gelê xwe bikin.

Vîviyan bang li hêzên navneteweyî jî kir ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

(c)

ANHA