​​​​​​​Gerîla parçeyên balafira ketî desteser kirin

Gerîlayan, parçeyên balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker ku li qada Qendîlê kete xwarê, desteser kirin.

​​​​​​​Gerîla parçeyên balafira ketî desteser kirin
20 hezîran, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa Bayraktar TB2, li qada Girê Savaş a Qendîlê di êvara 14'ê Hezîranê de kete xwarê.

Li gorî nûçeya ANF`ê, balafira dewleta Tirk ji kontrolê derket û kete xwarê.

Parçeyên balafirê ji aliyê gerîla ve hatin desteserkirin. Li ser balafira kete xwarê numareya T175 tê dîtin.