Kongra Star dewleta Tirk a dagirker şermezar kir

Kongra Star êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Kongra Star dewleta Tirk a dagirker şermezar kir
20 hezîran, 2023   13:09
HESEKÊ

Bi dehan endamên Kongra Star, jinên li navend û saziyên sivîl kar dikin, li ber avahiya Kongara Star a taxa Nasira ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Rêveber a Kongra Satr Helebce Ebdo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, piştî hilbijartinên sexte yên serokkomariya Tirkiyeyê Erdogan siyasetên xwe yên qirêj ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya sûcên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin û hate gotin, armanc ji êrişan koçberkirina welatiyan û têkbirina ewlehiya herêmê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hevgirtina gelên herêmê hate destnşankirin û wiha hate gotin: "Bi berxwedanê em ê li hemberî tevahî êrişên li ser herêmê bisekinin û em têkoşînê geş bikin heta ku komployên navneteweyî yên li dijî gelên herêmê têk bibin."

Meclisa Kongra Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Bi dehan endamên saziyên sivîl ên navçeyê amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Rexed El Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin. Her wiha li dijî van êrişan banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hate kirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hpC2CL3iQj8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>