​​​​​​​Rêxistinên jinan ên Kobanê tecrîd protesto kir

Koordînasyona Kongra Star û Tevgera Hîlala Zêrîn ên herêma Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan protesto kir.

​​​​​​​Rêxistinên jinan ên Kobanê tecrîd protesto kir
20 hezîran, 2023   10:08
KOBANÊ

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê berdevka Tevgera Hîlala Zêrîn Necla Bozan ve hat xwendin û bi dehan jinên bajêr û endamên saziyan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a di Sibata 1999`an de hat bibîrxistin û hat gotin: “Di 15`ê Sibata 1999`an de bi destê hêzên navneteweyî û hevkarên wan bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Armanca komployê, di kesayeta Rêber Apo de têkbirina nirxên têkoşîn û berxwedana sedsalê bû.”

Hat destnîşankirin ku hêzên komploger bi komployê xwest hêviya azadiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan di nava jin, ciwan û gelan de daye avakirin, tune bikin.

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev 25 sal e tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan heye û wiha dom kir: “Rêber Apo hewl da pirsgirêka Kurd bi diyalogê û siyaseteke demokratîk çareser bike, lê dewleta Tirk ev hewldan ji xwe re wekî tawîz dîtin. Niha jî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.”

Hat diyarkirin ku felsefeya Rêber Ocalan bi tu şêwazan nikare rê lê were girtin û êdî wek zanyar û fîlozofekî li tevahî cîhanê tê naskirin û di dawiyê de wiha hat gotin: “Rêber Apo di projeya civaka demokratîk de roleke sereke da jinan, em jî soz didin ku em ê belavkirina fikr û felsefeya wî bidomînin.”

(c)

ANHA