Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên wergirtin, dîsa serî li dozgeriyê da.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kir
20 hezîran, 2023   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 2 salan e tu agahî jê nayên wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk a dagirker û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li girtîgehê da.