'Hedefgirtina nexweşxaneyan sûcekî şer e'

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hedefgirtina nexweşxaneya Til Rifetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û destnîşan kir ku hedefgirtina nexweşxane û navendên tenduristiyê li gor qanûna navneteweyî sûcekî şer e û divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.

'Hedefgirtina nexweşxaneyan sûcekî şer e'
19 hezîran, 2023   18:22
HELEB

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û bi awayekî rasterast sivîlan hedef digire.

Di 16'ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker li dijî nexweşxaneya Til Rifetê êrişek pêk anî û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir û bi beşdariya bi dehan karmendên beşa tenduristiyê hat dayîn serokê hemşeriyan ê nexweşxaneyê Cegerxwîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku ji zêdetirî 5 salan ve piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018'an de, sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên wê didomin, ev sûc bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê û guhertina demografiya herêmê ne.

CIVATA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER SÛCAN BÊDENG E

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ev sûc tev li ber çavê civata navneteweyî tên kirin û di encamê de di 5 salên dawîn de bi dehan sivîl ji nav wan zarok û jin û kesên temenmezin şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku di dema dawîn de û piştî hilbijartinên li Tirkiyeyê êrişên li dijî herêmê zêde bûn û tevî wê jî hedefgirtina nexweşxaneya Til Rifetê êrişa herî metirsîdar e ji ber ku hemû qanûnên navneteweyî van saziyên tenduristiyê diparêzin.

SÛCÊ ŞER

Di daxuyaniyê de hat gotin hedefgirtina bi zanabûn a nexweşxane û navendên ku birîndar û nexweş lê kom dibin li gor qanûn û peymanên Cinevê û yên navneteweyî sûcekî şer e.

DIVÊ NIRX Û ARMANCÊN KU RÊXISTIN JI BO WAN HATINE AVAKIRIN BÊN PÊKANÎN

Her wiha di daxuyaniyê de bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan, her wiha li aliyên hiqûqî yên berpirs hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û xwedî li erkên xwe derkevin û armancên ku ew ji bo wan hatine avakirin pêk bînin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya Rûsyayê ku ew jî dewleteke garantor e, hat şermezarkirin.

 (mh/şx)

ANHA