​​​​​​​Şervan û rojnamegerên fedaî; Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza - Hêvîdar XALID

​​​​​​​Şervan û rojnamegerên fedaî; Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza - Hêvîdar XALID
20 hezîran, 2023   04:34

Gerîlayên fedaî ne, fermandarên bedew in û rojnamevanên balkêş in. Keçên welatê agir û rojê ne. Ji welatê lehengan in, nasnameyên wan cuda ne lê yek doz û yek armanc wan tîne gel hev. Dostên çiyayên bilind in, dostên çem û kaniyan in. Di dem û kêliyên zehmet de rêber û pêşeng in. Di destekî de çek û di destê din de kamera, pênûs û lênûsk û şerê lêgerîna li nirx û heqîqeta jiyanê dikir ku di bin kavil û xirabiyan de winda bûne. Tenê di dilê wan de eşqa jiyan û fedaîtiyê heye. Xwedî îradeyeke pola ne, berxwedêr û leheng in, li hember alava çewisandinê û li hemberî dijwariya êrişên dewleta Tirk a faşîst sekinîn, ji mercên dijwar ên jiyanê netirsiyan. Ji durûtiya zeman, ji tank, top û balafiran netirsiyan.

Kadroyên pêşeng ên Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê û Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza da ku lêgerîna li heqîqetê û dengê heqîqetê yê Kurdistanê û Rojhilatê Navîn berdewam bike, canê xwe feda kir. Hevrê Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza da ku rêwîtiya azadîxwazan û xwedayên dozên adilane berdewam bikin, li şûna tevahî cîhanê tê koşiyan. Lê berxwedan û têkoşîna wan a azadiyê wijdanê mirovahiyê nelivand ku li ber rewşa li her çar parçeyên Kurdistanê kor û lal e.

Her çar hevrêyan bi cilên leşkerî xwe xemiland û ji bo belgekirina berxwedan û têkoşîna lehengên welat û ji bo ragihandina doza gelê xwe yê qedîm xwe kirin feda. Koçerîn, Roza, Avrîn, Roza ji bo ku dîmenek an wêneyekî balkêş bikişînin, ji bo ku peyveke kurt a watedar ji nava bûyerê û di nava şerên dijwar de qeyd bikin, dîsa jî ji bo ku asta berxwedana hevalên xwe yên bi salên dirêj li qadên germ bi cîhanê re parve bikin, jiyana xwe dan ber xetereyê. Her çar hevrêyan bi kameraya xwe kêlî bi kêlî hovîtiya dewleta Tirk, çîrokên berxwedan û fedakariyê yên ji bo jiyaneke ewle û birûmet, belge kir.

Her çar têkoşeran bê westan di hemû qadên têkoşînê de li ber xwe da. Rûxmî dijwariya şer û bandorên wê bişirîn li ser rûyê wan qut nedibû. Armanca wan di her şerekî de dihişt ku bişirîna ebedî li ser rûyê wan bimîne.  Çavgirtina li doza wan îradeya wan lawaz nekir, bi têkoşîna azadiyê ya ji bo jiyaneke birûmet bawer bûn. Baş dizanîn ku ragihandina heqîqetê ne karekî hêsan e û berdêla jiyana azad giranbuha ye.

Di têkoşîna ragihandina azad a li Kurdistanê de, bi taybetî di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi sedan keç û xort şehîd bûn. Van şehîdan ji bo bilindkirina dengê xwe li hemberî alava zilm û çewisandinê jiyana xwe da. Ev alav serketina xwe di çewisandina rojnamevanan de dibîne da ku serweriya xwe li ser xaka Kurdistanê fireh bike. Têkoşîn li seranserê Kurdistanê didome. Têkoşîna bi serkêşiya têkoşerê mezin Mazlûm Dogan, fermandar Sakîne Cansîz, Gurbetellî Ersoz û bi seden şehîdênku bedena xwe kirine meşaleyek, didome. Armanc ew e ku rêwîtiya ragihandinê li Kurdistanê bidomîne û dîrok berxwedana azad a li hemberî mêtingeran binivîsîne.

Her kêliyeke jiyana Koçerîn, Avrîn, Axîn û Roza yên xwediyên keziyên dirêj bi serê xwe cenga firandina rihekî îdeal ê jinên têkoşer e ku guh nadin sînorê têkoşîn û berxwedanê û ji bo pêkanîna armancên xwe karibin her tişt bikin.

Gotinek heye, dibêje "Bêyî jineke bihêz, qîmeta jiyanê tune ye", ev yek di şexsê her çar hevrêyan de diyar dibe. Dema ku jiyan, berxwedan, têkoşîn û çiya bibin yek, wê rojên xweş werin, dê astengî ji holê rabin, dê armanc pêk werin. Lewra bêyî jineke berxwedêr jiyan nabe.

Kurdistanê her çar keçên xwe yên leheng û bedew ji dest dan, lê bi dehan jinên ciwan dane ser xeta wan û li hemberî astengiyên li pêşiya ragihandina azad a Kurdistanê disekinin û serî ji astengî û zehmetiyên jiyanê re natewînin.

Hêviya me mezin e ku gelê me yê Kurdistanê navê wan têkoşerên rû û çav bedew, bidin keçên xwe da ku navên wan ji bo nişfên bê bibe asoyek û bîranînên wan bibin sembola fedaîtî û meşaleyek di bîra welat de.

(bb)