Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan

Jinên ciwan ên navçeya Dirbêsiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xist.

Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
Jinên ciwan li dijî êrişan meşiyan
18 hezîran, 2023   11:04
HESEKÊ

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi meşekê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Di meşa ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî" hatî lidarxistin de, alên Yekitiya Jinên Ciwan û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şorşger a navçeyê dest pê kir û li deriyê ketina navçeyê veguherî mîtingê. Li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Diyana Ebdullah daxuyanî xwend.

Di daxuuyaniyê hate gotin: "Ji êrişên dijmin netirsin û bi parastina rewa bersivê bidin."

Her wiha hate diyarkirin ku jinên ciwan dê serî ji êrişan re netewînin.

Mîting bi dirûşma “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.

(bb)

ANHA