Li Şehbaya merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdan

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Rizgar Welat, Rojhat Bêkes û Avrîn Mahsûm re xwestin û soza berdewamkirina rêya şehîdan nû kirin.

18 hezîran, 2023   10:47
ŞEHBA

Meclisa Malbata Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîd Yûsif Hiso (Rizgar Welat), Kawa Hesen (Rojhat Bêkes) û Bêrîvan Mistefa (Avrîn Mahsûm) merasîma sersaxiyê li dar xist.

Her du şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê Yûsif Hiso (Rizgar Welat) û Kawa Hesen (Rojhat Bêkes) 14`ê Hezîranê di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn û duh bi merasîmeke girseyî li herêma Şehbayê hatibûn oxirkirin. Xebatkara Navenda Çapameniyê ya YJA Starê Bêrîvan Mistefa (Avrîn Masûm) jî di 19ê Îlona 2022`yan de li Garê şehîd bûbû.

Merasîm sersaxiyê ya her 3 şehîdan li kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê Şehbayê bi beşdarbûna bi sedan koçberên Efrînê û xelkê herêma Şehbayê hat lidarxistin.

Di merasîmê de piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbata Şehîdan Emîne Omer axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Efrînê re xwest û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Emîne bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê û got: “Em bi berxwedana gelê xwe bawer in. Berxwedana gel li hember dorpêça giran û li hember êrîşên dewleta Tirk her diçe mezintir dibe.”

Li ser navê Meclisa Navçeya Şêrerwa jî Henîf Sîdo wiha axivî: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe re dixwazin. Her 3 ê şehîdên me ji bo ku em azad  jiyan bikin, xwe feda kirin. Dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe ya pêşketî êrîşî me dike û dixwaze em ji doza xwe dûr bikevin. Lê bila dijmin baş zanibe ku em xwediyê vê dozê ne û em tu carî dest ji têkoşînê bernadin."

Bi navê malbata Şehîd Avrîn Mahsûm, birayê wê Adil Mistefa axivî û diyar kir ku xwişka wî di oxira welatê xwe de her tim ji bo dayîna berdêlên giran re bû.

Adil Mistefa piştî axaftina xwe bi dawî kir, nameya ku şehîd Avrîn ji bo dayika xwe şandibû xwend.

Piştî axaftinan wesîqeyên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(zş/c)

ANHA