Meclisa Girê Spî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Meclisa Kantona Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî û Rûsyayê rexne kir.

Meclisa Girê Spî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
18 hezîran, 2023   11:19
EYN ÎSA

Meclisa Kantona Girê Spî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed bi beşdariya endamên sazî, komîteyên kantonê û navçeya Eyn Îsayê daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û topbarana bê ser û ber a li dijî tevahî herêmên li xetên temasê (ji gundewarên Helebê bigire, heta bi Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Cizîrê) ku di encamê de bi dehan welatî û di nav de jin û zarok, şehîd û birîndar bûn.

Meclisê di daxuyaniya xwe de hedefgirtina binesazî, cihên xizmetguzariyê mîna dibistan, nexweşxane, stasyonên avê û kehrebeyê û hwd şermezar kir û bi bîr xist ku li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina van cihan di demên şer de jî qedexe ye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinan jî ewlehiya herêmê xirab dike û hewl dide şêniyên herêmê bide koçberkirin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk tiştên ku beriya hilbijartinan dest pê kirine, dewam dike, ewlehiya herêmê tevlihev dike, derbeyê li îstîqrarê dide û hewl dide xelkê herêmê dide koçberkirin da ku bi hêsanî herêmê dagir bike. Ew ji bêdengiya hêzên navneteweyî û xemsariya Rûsyayê re sûd werdigire.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker berpirsiyariyên xwe bînin cih.

(fr/c)

ANHA