Şehîd Sema Yuce li Eyn Îsayê hat bibîranîn

Kongra Star a kantona Girê Spî ku navenda wê li navçeya Eyn Îsayê ye, di salevgera 25`emîn a şehadeta wê de şehîd Sema Yuce bi bîr anî.

Şehîd Sema Yuce li Eyn Îsayê hat bibîranîn
18 hezîran, 2023   10:14
EYN ÎSA

Kongra Star a Girê Spî ku piştî dagirkirina Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê rêxistiniya xwe berdewam kir, ji bo bîranîna şehîd Sema Yuce semînerk da.

Semîner li Komîngeha Şehîd Salih a li navçeya Eyn Îsayê hat dayîn û bi dehan jinên navçeyê û koçberên ji Girê Spî tevlê bûn.

Piştî rêzgirtinê, endama rêveberiya Kongra Star Ruqeya Mihemed axivî. Ruqeya, şehîd Sema bi bîr anî û çalakiya wê ya mezin wiha bi bîr xist: “Şehîd Sema di çarçoveya berxwedana zindanan de ya li dijî zordestî û faşîzma dewselta Tirk, her wiha li djiî muameleya xirab li hember girtiyan û têkoşerên tevgera azadiyê, agir bi bedena xwe xist.''

Ruqeya bal kişand ser pêvajoyên têkoşîna şehîd Sema Yuce û got: “Şehîd Sema ji dewleta desthilata faşîst a Tirkiyeyê ve hat binavçavkirin. Wê li dijî muameleya xirab, ji bo balê bikişîna ser êşa bi hezaran girtiyên di zindanên dewleta Tirk a faşîst de agir berda bedena xwe.''

Ruqeya soz da ku ew ê heta bidestxistina azadiyê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker rêya şehîdan bişopînin.

Şehîd Sema Yuce ku sala 1971`an li herêma Agirî ya Bakurê Kurdistanê hatiye dinê, di 21`ê Adara 1998`an de agir berda bedena xwe û di 17`ê Hezîrana heman salê de şehîd bû.

(c)

ANHA