​​​​​​​Kongra Star êrişa li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir

Meclisa Kongra Star êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatî û saziyên xizmetguzariyê yên li herêmê şermezar kirin û got AKP-MHP bi van êrişan dixwaze hevalbenda xwe DAIŞ′ê vegerîne herêmê û zindî bike.

​​​​​​​Kongra Star êrişa li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir
17 hezîran, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirine. Duh Nexweşxaneya Til Rifetê ya li Şehbayê bombebaran kir, di encamê de xebatkarên nexweşxaneyê jî birîndar bûn.

Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got ew sûcên dermirovî û derexlaqî ne.

Meclisê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî hilbijartinên serokatî û parlamentoyê êrişên xwe li herêmê zêde kirin, rojane gel, welatî û saziyên xizmetguzariyê dike hedef û Nexweşxaneya Til Rifetê jî balafirên bêmirov bombebaran kir.

Her wiha meclisê diyar kir ku ji van êrişan diyar dibe ku AKP-MHP dixwaze hevalbenda xwe DAIŞ′ê vegerîne herêmê û zindî bike.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got çi qas êrişan dijwar bikin, vîna jinan û civakê bihêztir dibe û dê jin, ciwan û tevahî gel li pêş van êrişan bibin mertal.

LI ÇILAXA Û TIRBESPIYÊ JÎ ÊRIŞ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Endamên Kongra Star a Tirbespiyê û Çilaxa ya Qamişloyê jî bi 2 daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Endama Kongra Star Şerîfe Murad li pêş navenda kongrê ya li rojhilatê Tirbespiyê bi beşdariya jinên navçeyê daxuyanî xwend. Her wiha endama Kongra Star a Çilaxa Yasmîn Ziyab jî daxuyanî xwend.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6zEn-eoLONI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>