Bloomberg: Îmarat û Siûdî zextê li Ewropayê dikin da ku têkiliyên xwe bi Şamê re vegerînin

Ajansa Bloomberg a Amerîkayê ragihand ku Erebistana Siûdî û Îmaratê zextê li Ewropayê dikin da ku têkiliyên xwe yên dîplomasî li gel hikumeta Şamê vegerînin.

Bloomberg: Îmarat û Siûdî zextê li Ewropayê dikin da ku têkiliyên xwe bi Şamê re vegerînin
16 hezîran, 2023   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Bloomber a Amerîkayê li ser zimanê çavkaniyan ragihand, Erebistana Siûdî û Îmaratê zextê li Ewropayê dikin da ku têkiliyên xwe yên dîplomasî bi hikumeta Şamê re vegerînin û cezayên li ser wê sivik bikin.

Li gorî çavkaniyan, rayedarên Erebistana Siûdî û Îmaratê bi mehan zextê li Yekitiya Ewropayê dikin û gotine, eger cezayên li ser Şamê neyên kêmkirin û ji bo geşkirina aboriya Sûriyeyê destek neyê dayîn, hingî wê tevgerên dîplomasî yên bi armanca bidawîkirina şerê li Sûriyeyê bê encam bin.

Li gorî rayedarên her du dewletan, bi geşkirina aborî re wê bi mîlyonan penaberên Sûriyeyê vegerin warên xwe û di encamê de zexta li ser welatên derdorê mîna Lubnan û Urdinê kêm bibe.

(bb)