'Yekparebûna xaka Sûriyeyê bi lihevkirina Şam-Qamişloyê dibe'

Bereket Kar diyar kir ku divê hikumeta Şamê hevdîtinên aştiyê yên bi hêzên siyasî yên cuda yên li Sûriyeyê re wek armanceke sereke destnîşan bike, da ku bi Rêveberiya Xweser re lihevkirinekê pêk bîne. Kar got encax bi vî rengî hikumeta Şamê dikare yekparebûna xaka Sûriyeyê mîsoger bike.

'Yekparebûna xaka Sûriyeyê bi lihevkirina Şam-Qamişloyê dibe'
16 hezîran, 2023   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar diyar kir ku hêzên muxalefeta şoreşger ên pêşverû yên Sûriyeyê, şansê wan nîn e ku li ser esasê dijminahiya Kurdan xwe bigihînin tu derê û destnîşan kir ku divê hêz bizanin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke herêmî ye û divê hemû hêzên demokratîk û pêşverû yên Ereb û îslamîstên welatparêz di vê mijarê de hevgirtinê xurt bikin.

Em bi rojnamevan pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar re li ser dubare tevlêbûna hikumeta Şamê di Komkara Erebî de, hewldanên normalîzekirinê yên dewleta Tirk ên bi hikumeta Şamê re, hevdîtinên li ser Sûriyeyê û planên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. 

Bereket Kar got dewleta Tirk beriya erdhej û hilbijartinê hewl dida têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re normalîze bike û hewldanên cidî yên Rûsyayê hebûn ku Erdogan û Esad bîne cem hev û destnîşan kir ku şertên ku dewleta Tirk danîne pêşiya Sûriyeyê, nehatine qebûlkirin.

Kar diyar kir ku ev rewş ji ber rojevên cuda yên Sûriyeyê heta civîna Komkara Erebî ya li Cedayê hat taloqkirin û got: "Mijar ji diyaloga di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de wêdetir çûye û gelek aliyên wê yên cuda hene."

Kar got di rewşeke wiha de dewleta Tirk bixwaze jî nikare têkiliyên bi Sûriyeyê re normalîze bike û li gorî xwesteka xwe jî bi rê ve bibe.

'TIRKIYEYÊ 2 PIRSGIRÊKÊN SEREKE DANÎNE PÊŞIYA XWE'

Bereket Kar têkildarî civîn û xebatên li ser Sûriyeyê got: "Li gorî van hemû geşedanan, gelo derfet heye ku Tirkiye bi 'kabîneya nû' û hemleyên xwe yên nû dikare vê yekê ji holê rake? Tiştekî bi vî rengî nîn e ku hêzên xwe ji cihekî vekişîne yan jî hin deriyên Sûriyeyê veke.  Tirkiyeyê du pirsgirêkên sereke danîn pêşiya xwe; pirsgirêka penaberan û meseleya bakurê rojhilatê Sûriyeyê."

'TIRKIYE ASTENGIYA LI PÊŞ LIHEVKIRINA ŞAM Û QAMIŞLOYÊ YE'

Kar diyar kir ku faktora sereke ya ku nahêle hikumeta Şamê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re rune, dewleta Tirk e û wiha pê de çû: "Gelek rêxistinên Ereban û hêzên Sûriyeyê hin pirsên wekî 'heke Tirkiye hêzeke dagirker e û dixwazin derkeve, çima derxistina Amerîka naye xwestin?' rasterast li Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Rêveberiya Xweser jî dibêje "Em alîgirê rêveberiyeke xweser û nenavendî di çarçoveya yekbûn û serweriya xaka Sûriyeyê de ne. Em amade ne peymana aştiyê ya bi Sûriyeyê re pêk bînin.  Madem hikumeta Sûriyeyê ji sînorê Urdinê heta sînorê Tirkiyeyê hevkarî bi gelek hêzên çekdar re kiriye û çareserî pêşkêş kirine, çima bi Rêveberiya Xweser re rûnanê?" Ev pirseke pir rewa ye. Di vir de faktora bingehîn Tirkiye ye."

Kar da xuyakirin ku gelekî zehmet e Tirkiye bi Sûriyeyê re lihevkirinekê pêk bîne û destnîşan kir ku pirsgirêka penaberan êdî ne tenê meseleya Tirkiyeyê yan jî ya Sûriyeyê ye. Kar got: "Ev pirsgirêk pirsgirêkeke pir girêk e. Ne pêkan e ku ev yek di nava şert û mercên bi vî rengî de bê çareserkirin."

‘NORMALÎZEKIRIN DÊ NE HÊSAN BE’

Têkildarî hin xalên danezana dawîn a civîna 10’ê Gulanê ya li Moskovê ya li ser asta wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Tirkiye û Rûsyayê jî Kar wiha got: "Hêzên El Nusra yên li Idlibê ku li tevahiya cîhanê di lîsteya terorê de ne, dê çi lê bên? Sedema ku Tirkiyeyê li wir bi dehan baregehên xwe hene û sedema ku ev parastin hê jî tê domandin, çi ye? Heke mentiqeke wiha hebe ku têkildarî Rêveberiya Xweser û paralelî wê hûn çareser bikin, em ê jî vê çareser bikin, ev girêdayî hevdîtinên aştiyê yên hikumeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser e. Ev yek tu carî nabe wek pirsgirêka neteweyî yan jî ewlekariyê ya Tirkiyeyê bê dîtin. Di rêbazên navneteweyî de jî tiştekî wiha nîn e. Heta ku hêzên Amerîkayê li Tenefê hebin, heta ku dagirkeriya bi darê zorê li ser xaka Sûriyeyê dewam bike û ji aliyekî din ve jî herêmên ku Tirkiyeyê bi rêya gelek operasyonan dagir kirine, Nusrayê hewdana xwe ya avakirina mîrektiyeke şerîetê li Idlibê hebe, dê ew qas ne hêsan be da ku normalîzebûn di navbera rêveberiya Sûriyeyê û rêveberiya Tirkiyeyê de pêk were. Ev kêşeyên pir giran in û zû bi zû nayên çareserkirin.”

‘LIHEVKIRINA ŞAMÊ YA BI ENQEREYÊ RE YA LI DIJÎ KURDAN PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NAKE’

Kar diyar kir ku Tirkiye bi pênasekirina Rêveberiya Xweser wek "terorîzmê" dê negihêje tu encamekê û pêvajoyeke normalîzekirinê pêk nayê û got: "Ji bo ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de normalîzebûn çêbe, daxwaz tê kirin ku Tirkiye peywira xwe bi cih bîne. Ew vekişandina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê ye û daxuyaniya wê ku ew piştgiriya xwe ya ji bo Nusra û hêzên îslamî yên tundraw ên li wir vedikişîne. Heta ku ev pêk neyê, bi tenê bi gotina terorê behskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nagihîje tu derê. Di berdêla wê de jî lihevkirina Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re ku Rêveberiya Xweser û Kurdan dike hedef, pirsgirêkê çareser nake."

'DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ BI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ RE LI HEV BIKE'

Bereket Kar diyar kir ku divê hikumeta Şamê wekî armanceke bingehîn ji bo pêkanîna lihevkirinekê bi Rêveberiya Xweser re, bikeve nava hewldanan û got tenê bi vî awayî hikumeta Şamê dikare yekparebûna xaka xwe mîsoger bike.

Kar îşaret pê kir ku Amerîkayê Tirkiye neçar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lihevkirinekê pêk bîne û got hewl dide bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re lihevkirinekê pêk bîne û statuyeke wekî ya Başûrê Kurdistanê ava bike.

Kar got Tirkiye vê yekê qebûl nake û piştî vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî û di demekê de ku guhertinên li herêmê bi lez dibin, şensê Tirkiyeyê yê ku hin operasyonên din ên dagirkeriyê bike, tune ye.

'TIRKIYE DÊ WELATÊN EREBAN LI HEMBER POLÎTÎKAYÊN XWE BIBÎNE'

Bereket Kar got Tirkiye dê êrişên xwe bidomîne û li hember xwe gelek welatên Ereban bibîne û wiha pê de çû: "Êrişên dronan û êrişên tacîzê yên ku Tirkiye wek rêbazekê bi kar tîne, dê dewam bikin. Di qonaxa pêş de, di demekê de ku opozîsyona Sûriyeyê bi awayekî lihevhatin bi Şamê re pêk anî, welatên Ereban bi Şamê re lihevkirinek pêk anî û Şam hewl dide xwe ji nû ve bi hemû dewletên Ereban re saz bike. Heke Tirkiye siyasetên ku heta niha dane meşandin bidomîne, dê pir zêde were dûrxistin û dê xwe li hember gelek welatên Ereban bibîne. Ev ne rewşeke mafdar e û di peymanên navneteweyî de jî nîn e.”

'DIVÊ HEVGIRTIN XURTTIR BIBE'

Bereket Kar got "Divê were zanîn ku hêzên muxalif ên şoreşger ên Sûriyeyê, şensê xwe nîn e ku li ser bingeha dijminatiya Kurdan xwe bigihînin encamekê." û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser ku di encama têkoşîneke demdirêj de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê, ne hêzên îslamî, ne jî rejîmên neteweperest ên Ereban qebûl dikin. Bi heman awayî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî baş dizane ku ne pêvajoyek e ku DYA û hêzên emperyalîst qebûl dikin. Ji ber vê yekê, divê bi hevgirtina navneteweyî ya Ereb, Kurd, Farsan ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê dorpêç bike, hemû hêzên demokratîk û pêşverû yên Ereb û îslamîstên welatparêz di vê mijarê de hevgirtina xwe xurt bikin. Stratejiya neo-Osmanî û Tirk-Îslamê ya Tirkiyeyê têk çû û ji bo pêşîgirtina li nêzîkatiya berfirehkirina wê, divê hewldan bên kirin. Mixabin li Tirkiyeyê ji bilî YSP, HDP û partiyên sosyalîst însiyatîfeke bi vî rengî ya tu partiyeke din nîn e. Pirsgirêkê tînin û bi tenê bi penaberan ve girê didin."

PIRSGIRÊKA MEZIN A LI PÊŞ TIRKIYEYÊ

Kar di dawiyê de destnîşan kir ku Tirkiye dê di dema pêş de bi pirsgirêkeke gelekî mezin re rû bi rû bimîne û wiha lê zêde kir: "Sûriyeyî dê hem li hundirê Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê yên penaberiyê bisekinin. Hêzên îslamî yên niha destekê didin jî, dê li dijî vê bin."

BEREKET KAR KÎ YE?

Bereket Kar di sala 1955'an de li navçeya Samandag a Antakyayê ji dayik bû. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Antakyayê qedand û ji dibistana bilind derçû. Bereket Kar ku ji sala 1975'an ve di nava têkoşîna demokrasî û azadiyan de cih digire, wek serokê sendîkaya Îplîk-Îşê ku beriya sala 1980'yî xebitî. 6 salan di ajansa Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê VAFA’yê de rojnamevanî kir. Piştî ku vegeriya Tirkiyeyê, di navbera salên 1994-1997'an de hate girtin, piştre di nava Partiya Azadî û Piştgiriyê (ODP) de cih girt. Kar ku di sala 2002'yan de ji ODP'ê derket, niha ji bilî rojnamevaniyê karê wergêrê dike û li Rojhilata Navîn lêkolînan dike. Di hilbijartinên parlamenteriyê yên 2015’an de namzetê HDP’ê bû. Bereket Kar pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevan e.

ANHA