Qurbaniyên komkujiya Sîfo li Hesekê hatin bibîranîn

Partiya Yekitiya Suryanî bi dirûşma "Em îtîrafeke navneteweyî bi komkujiya Sîfo dixwazin" panelek li dar xist û mûm li qada Suryan a Hesekê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê pêxistin.

Qurbaniyên komkujiya Sîfo li Hesekê hatin bibîranîn
15 hezîran, 2023   20:33
HESEKÊ

Di 8'emîn salvegera komkujiya Sîfo de ya ku li dijî gelê Suryan û Keldan hatiye pêkanîn, Partiya Yekitiya Suryanî di panelekê de û bi dirûşma "Em îtîrafeke navneteweyî bi komkujiya Sîfo dixwazin" agahiyên têkildarî komkujiyê parve kirin.

/ar/uploads/files/2023/06/15/195523_ibrahym-28large29.webp

Panel li navenda Komeleya Çandî ya Suryan a taxa Nasira ya Hesekê hat lidarxistin, tê de endamên saziyên sivîl û leşkerî û pêkhateya Suryan beşdar bûn.

Di serî de lêkolînerê Suryan Îbrahîm Qes got: "Ji 108 salan de hîn jî dewleta Tirk a dagirker kiryarê xwe yê qirkirina gelê Suryan bi rêya komkujiya Sîfo înkar dike."

/ar/uploads/files/2023/06/15/195508_zyryn-28large29.webp

Qes bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên qedexekirina îtîrafa bi komkujiyê û got: "Komkujiya Sîfo ya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin yek ji komkujiyên herî naskirî yên sedsala 20'em de ye."

Piştre, helbestvanê Suryan Zîrîn Bitrus helbestek li ser komkujî û binpêkirinên li dijî Suryanan pêşanda.

Di dawiyê de beşdaran berê xwe da qada Suryan a taxa Nasira û ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê mûm pêxistin.

(mh/şx)