Şêniyên Dirbêsiyê: Em dê dakevin qadan û li hember dagirkeriyê bisekinin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku ew dê berxwedana xwe heta têkbirina planên dagirkeriyê yên li dijî herêmê bidomînin.

Şêniyên Dirbêsiyê: Em dê dakevin qadan û li hember dagirkeriyê bisekinin
15 hezîran, 2023   18:35
HESEKÊ

Bi dehan ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir nexasim piştî girankirina êrişan di dema dawên de ku di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Şêniyan destnîşan kir ku ew dê asta têkoşîn û berxwedanê heta têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bilind bikin.

Xwepêşandêr li pêşiya mizgefta Hac Sultan a navçeyê kom bûn. Di xwepêşandanê de şênî, endamên saziyên sivîl û meclisan beşdar bûn. Xwepêşandan heta kolana Sûka Navendî bi pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re" û "Bijî berxwedana QSD'ê" meşiyan.

/kr/uploads/files/2023/06/15/183839_-large.webp

Li wir, hevserokê Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Numan Erebo êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî gelan bi êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne."

Erebo destnîşan kir ku ew dê li hember van êrişan bêdeng nemînin û ew dê dakevin qadan û li hember planên Osmaniyan ên li dijî herêmê bisekinin.

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedana gelan a li hember dagirkeriyê bi dawî bû.

(mh/şx)