94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn

Xelkê Qamişloyê 94 şehîdên meha Hezîranê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo bi bîr anîn.

94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
94 şehîd li Qamişlo hate bibîranîn
15 hezîran, 2023   18:30
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna 94 şehîdên meha Hezîranê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan, Saziyên Civaka Sivîl û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Giştî ya PYD`ê Perwîn Yusif axivî û fedakariyên şehîdan silav kir ku di oxira vê axê û peydakirina jiyaneke birûmet de, kirine.

Perwîn diyar kir ku tevî siyasetên çewisandinê yên li dijî gelên herêmê pêk tên lê ew bi axa xwe ve girêdayî ne û got: “Bi yekitî û berxwedana xwe em dê ala têkoşînê bilind rakin û azadiyê bi dest bixin.”

Her wiha Perwîn soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina xaka dagirkirî û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, da.

Di dawiya merasîmê de, endama Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Ayde Xelîl wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin.

(şx)

ANHA