Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin

Xelkê herêma Firatê şehîd Nîhad Hiso û şehîd Ebdullah Îbrahîm oxir kirin. Her wiha merasîma xiyabî ji şehîd Basil Ehmed û şehîd Îbrahîm Şêx Hidî re li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê li dar xistin.

Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
Xelkê Firatê 2 şehîd oxir kirin
15 hezîran, 2023   11:58
KOBANÊ

Girseya gelê herêma Firatê beşdarî merasîma oxirkirinê ya şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nîhad Hiso (Ebû Sator) û Ebdullah Îbrahîm bûn. Her du şervan di 13 û 14′ê Hezîranê de di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagiker de li Minbic û Qereqozaqê şehîd bûbûn.

Her wiha merasîma xiyabî ji şehîd Basil Ehmed (Çanşêr Adar) re ku îsal li herêma Avaşîn şehîd bûbû û şehîd Îbrahîm Şêx Hindî (Mezlûm Gelhat) re ku 2017′an li Girê Spî şehîd bûbû, li dar xist.

Di merasîmê de endama Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Kobanê Mihemed Receb axivî û wiha got: "Şehîd pêşengên me ne û di oxira têkbirina planên dijmin ên li dijî herêmên me de canê xwe feda kir. Em soz didin wan ku tolê hilînin."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Al Cadir peyamek da kesên hewl bidin ewlehî û îstîqrara herêmê têk bibin û got: "Me rêyek hilbijartiye; yan şehadet an jî jiyana azad a birûmet. Çi qas hûn qirêjiyê bikin, em dev ji biryara xwe bernadin."

El Cadir wiha domand: "Pîroz be ji xaka Kobanê re ku tê de cenazeyên zarokên wan ên paqij hene û ne ji wan bûya aqûbeta me ne diyar bû."

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Heson wiha got: "Tiştê îro rû dide plankirî bû; ji aliyekî ve tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dikin û ji aliyekî din ve herêmên me dorpêç dikin û xelkê me dikin hedef."

Li ser navê malbata şehîd Ebû Sator birayê wî Şoreş Hiso jî axivî û bang li xelkê herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSD′ê ku xayînan eşkere bikin û darizînin.

Li dawiyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê wesîqeyên şehîdan xwendin. Dûre şehîd Ebû Sator li Goristana Şehîd Dicle hate veşartin û cenazeyê şehîd Ebdullah Îbrahîm veguhastin gundê wî Eqbe yê Kobanê.

(fr)

ANHA