‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’

Bi sedan şêniyên Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Şêniyan got "Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in û ew jî mezintirîn nîşaneya binkeftina komploya wan e."

‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
‘Em xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan in’
15 hezîran, 2023   12:36
TEBQA

Bi sedan xelkê Tebqayê, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên ciwan û rûspiyên eşîran kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meşê ji Taxa Yekemîn a Tebqayê dest pê kir û meşvanan dirûşmên "Na ji tecrîdê re" berz kirin.

Li Çerxerêya Meyselon meş veguherî mîtîngê, dûre li ser navê xelkê Tebqayê hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Hemûd El Rehîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin îro gelek Sûriyeyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qonaxeke hestiyar re derbas dibin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewlet baş dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan ne kesayeteke ji rêzê ye, lê belê wî doza gelan û çarenûsa wan hilgirtiye û ji wan e bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Oclaan dikarin fikir û felsefeya wî tune bikin, lê nizanin li tevahî cîhanê belav bûye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin gel xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derdikeve.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî û rêxistinên wekî CPT′yê li hember kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Meş bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA