​​​​​​​Greva Mazlûm Dag û Abdurrahman Er mehek e didome

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li hemberî zexta lixwekirina kincên yektîp û kiryarên xerab, 29 roj e di greva birçîbûnê de ne. Her du girtî di Girtîgeha Hewlêrê de dîlgirtî ne.

​​​​​​​Greva Mazlûm Dag û Abdurrahman Er mehek e didome
15 hezîran, 2023   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li Başûrê Kurdistanê di 17'ê Tîrmeha 2019'an de ji kuştina endamê MÎT'ê Osman Kose berpirsyar hatin nîşandan û cezayê darvekirinê li wan hate birîn.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ji ber zexta lixwekirina kincên yektîp di 18'ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê.

Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28'ê Îlona 2022'an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û ji ber ku daxwazên wan hatin qebûlkirin di roja 14'an a grevê de çalakî bi dawî kiribû.

Her du girtî di 13'ê Sibata 2022'yan de jî li hemberî binpêikrina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku dê dawî li binpêkirinan bê, çalakî di roja 9'an de bi dawî bûbû.