Lêkolîner: Hêzên navneteweyî doza DAIŞ’ê li gor berjewendiyên xwe paşguh dikin

Lêkolîner û pisporan destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bi rêya amdekariya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî dîplomasiyeke kûr bi dewletên ku welatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de wernegirtine re, dimeşîne. Her wiha diyar kir ku hêzên navneteweyî doza DAIŞ’ê ya metirsîdar li gor berjewendiyên xwe yên siyasî paşguh dikin. Di heman demê de eşkere kirin ku rêbazên hêzên navneteweyî ji bo têkbirina DAIŞ’ê bi temamî ne bes in.

Lêkolîner: Hêzên navneteweyî doza DAIŞ’ê li gor berjewendiyên xwe paşguh dikin
15 hezîran, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê di 8'ê Hezîranê de li Riyade civînek li dar xist, tê de destnîşan kir ku ew dê şerê li dijî DAIŞ'ê bidomîne nexasim ku DAIŞ'ê taktîkên xwe guherîn û li gelek dewletan xwe vejand.

Lê dîsa jî koalîsyona navneteweyî tu encamên girîng û zelal der barê doza çeteyên DAIŞ'ê de yên biyanî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne, nedan. Tevî ku gelek caran hişyarî ji metirsiya wan dihat dayîn jî, li hember vê yekê Rêveberiya Xweser neçar ma ku dadgeheke taybet ji bo darizandina wan çeteyan ava bike.

DÎPLOMASIYEKE KÛR

Rêveberiya Xweser di 10'ê Hezîranê de ragihand ku ew dê çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girtî ne bi awayekî adil, zelal û eşkere darizîne.

Girêdayî mijarê, yek ji lêkolînerên mezin ên peymangeha New Lines a amerîkî  Nicholas Heras destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser dîplomasiyeke kûr bi dewletên ku welatiyên xwe yên di nav DAIŞ’ê de wernegirtin re dimeşîne.

Heras wiha domand: “Gelek dewletan nexwestin ku çekdarên biyanî yên xetere werbigirin. Hin caran jî nexwestin malbatên wî jî werbigirin ku li ser wan gef in. Ev ji bo Rêveberiya Xweser û hevalbendên wê DYA`yê astengiyeke mezin e.”

PAŞGUHKIRINEKE NAVNETEWEYÎ YA DOZEKE METIRSÎDAR

Der barê helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya li hember darizandina çeteyên DAIŞê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lêkolînerê kar û barên terorîst Hesen Ebû Heniye ji ajansa me re wiha axivî: "Mijara çete û kampan ji bo Koalîsyona Navneteweyî bi xwe pirsgirêk e. Yanî danûstandina bi Rêveberiya Xweser re jî bûye pirsgirêk. Heke piştgiriyê bidin dadgehên li Rêveberiya Xweser, ev tê wê wateyê ku di aliyê siyasî û qanûnê de rêveberiyê nas bike. Lê ji bo Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî ew ne pêkan e."

Ebû Heniye wiha zêde kir: "Dema ku DAIŞ li Baxozê di Adara 2019'an de hatiye têkbirin, pêşniyarên wiha hebûn ku ew çete ji bo Iraqê bên şandin. Lê belê ew yek çênebû ji ber ku nakokî di hundirê Iraqê de di navbera partiyan de hene. Her wiha rexneyên navneteweyî jî ji ber rêbaz û mercên darizandinê li Iraqê hebûn."

Ebû Heniye destnîşan kir ku dewletên koalîsyonê dê bi dadgehên Rêveberiya Xweser îtîraf nekin, lê dibe ku di aliyê aborî de destekê bidin wan lê nagihêje naskirina rêveberiyê di aliyê siyasî û qanûnî de.

Li gor Ebû Heniye, ew dê bi hêsanî vê dozê paşguh bikin û got heke vînek hebûye, dê ji destpêkê ve tiştek bikirbana.

DAIŞ BI VÎ AWAYÎ NAYÊ TÊKBIRIN

Der barê paşguhkirina doza DAIŞ û kampan de Ebû Heniye got: "Bi kurtasî ev pirsgirêk ne xema wan e. Ew nikarin tawanên li dijî çekdarên DAIŞ`ê îsbat bikin. Tenê dikarin îsbat bikin ku endamên rêxistineke terorîst in. Heke bên darizandin ijî, dê herî zêde 3 sal ceza li wan bên birîn û dê piştre derkevin ku li ser civakên wan xetere ne. Ji aliyê Washington, NY`yê ve tu zext nînin ji bo ku ew DAIŞ`î li welatên xwe vegerin."

Ebû Heniye wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi rêbaz û awayên niha têkbirina DAIŞ'ê zor e, wan êdî xak û rûbera cografî ji dest dan û berê xwe da şerê kolanan. Li hember vê rêbazê jî kedek mezintir pêwîst e. Hêzeke îstixbaratî û operasyonan xurt divê. Ji bo ku bên tunekirin. Niha ev hewldan bi balafirên bêmirov tên kirin ku Washington dimeşîne. Ne Rêveberiya Xweser ne jî Sûriye ne jî Iraq nikarin DAIŞ`ê tune bikin, pêwîstiya wan bi derfetên mezin hene."

(mh/şx)

ANHA