'Armanca dirêjkirina qedexeyê bêdengkirina dengên ji bo azadiyê bilind dibin e'

Şêniyên Hesekê û malbatên şehîdan destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, berdewamkirina qirkirina gelan û bêdengkirina dengên ji bo azadiyê bilind dibin e.

'Armanca dirêjkirina qedexeyê bêdengkirina dengên ji bo azadiyê bilind dibin e'
15 hezîran, 2023   01:14
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker vê dawiyê biryara dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re stend ku ji 25'ê Adara 2021'yan de tu agahî jê nayê girtin.

Li hember vê biryarê gelê herêmê nexasim malbatên şehîdan nerazîbûna xwe nîşan da û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga serhildana li hember dewleta Tirk a dagirker kir.

Der barê mijarê de, hevjînê şehîd Muna Xilo, Ebdulqadir Dirbas destnîşan kir ku gelê herêmê bi ramana Rêber Abdullah Ocalan bawer kiriye û xwe li gor bingehên berxwedan û têkoşîna ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan girtine, bi rêxistin kiriye û got: “Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan me xwe di hemû qonaxên borî de yên ku herêm tê re derbas bûye, parast.”

Dirbas biryara dirêjkirina qedexeyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de ku bi xwe rêya rizgariya gelên Kurdistanê ji bindestiyê ye, metirsiyekê dibîne.”

Dirbas di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Kurdistanê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û kiryarên wê serî hildin.

'ARMANC DÛRXISTINA RÊBER JI GEL E'

Her wiha, xwişka herdu şehîdan Malik û Mahir Hewas, Necah Hewas biryara dirêjkirina qedexeyê şermezar kir û piştrast kir ku armanc ji vê biryarê dûrixstina rêber Abdullah Ocalan ji gel û têkbirina projeya demokratîk e.

Dewleta Tirk a dagirker dem demê cezayên dîsplînî dike hicet ku qaşo ji ber wê biryarên hovane li dijî Rêber Abdullah Ocalan distîne.

Necah bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku van kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan rawestînin û xwedî li erkên xwe derkevin.

Dayika şehîd Elî Kor ê ku li Serêkaniyê di 2014'an de şehîd bûye, Zelîxe Kor got: "Em tu carî vê biryara dirêjkirina qedexeyê qebûl nakin, çima hêzên navneteweyî li hember van kiryaran bêdeng mane?"

Zelîxe Kor bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kampa Serêkaniyê Xelîl Horo bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê û cezayên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em tu carî dev ji doz û projeya xwe ya demokratîk bernadin û em ê heta pêkanîna azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin."

Welatiya bi navê Hemîde Îso wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hember kiryarên ku li dijî girtiyan di serî de Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, sûd digire."

Hemîde bang li demokrasîxwaz û yên  ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer dikin kir ku dakevin qadan û li hember van kiryaran bêdeng nemînin.

Welatiya bi navê Bedîe Erebo jî destnîşan kir ku mafê wan e ku rewşa tenduristî ya rêberê xwe nas bikin û peywendî bi malbat û gelê xwe re bike.

(mh/şx)

ANHA