Piştî Hesekê tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Reqayê hat pêşandan

Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya Komîteya Çand û Erkolojiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan li ser berxwedana şêniyên Efrînê pêşanda.

Piştî Hesekê tabloya 58 metreyî ya berxwedana Efrînê li Reqayê hat pêşandan
14 hezîran, 2023   19:28
REQA

Di çalakiya li Parka Reşîd li dar ketiye de, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û partî hazir bûn.

Di çalakiyê de bi navê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Egîd Xelîl axivî û got: “Tabloya axa zeytûnê êşa her efrîniyek, her zarokek, her şehîdek, her dayîkek û hevjîna şehîdekî rave dike ku di oxira parastina axa Efrînê de şehîd bû.”

Her wiha Xelîl wiha domand: “4 beşên tabloyê hene, beşa yekê der barê fikrê jiyana hevbeş a pêkhateyên Efrînê ye, beşa duyemîn pêvajoya dagirkirina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nîşan dide, beşa sêyemîn jî, behsa biryara vekişînê ji Efrînê dike û beşa çaremîn a dawîn hêviya vegerê rave dike.”

Di dawiyê de Egîd Xelîl got: “Armanca me ji amadekirina tabloyê, belgekirina berxwedana destanî ya xelkê Efrînê ye ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwedan. Em dê bi zendên zarokên xwe dagirkeran ji Efrînê derxin. Em vê tabloyê bi rêzdarî diyarî hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

(şx)

ANHA