​​​​​​​'Divê cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ`ê bên birîn`

Xwediyên qurbaniyan ên Reqayê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ'ê yên ku li dijî şêniyên herêmê sûc pêk anîne, bibire.

​​​​​​​'Divê cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ`ê bên birîn`
15 hezîran, 2023   03:16
REQA – MIHEMED XELÎL

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 10'ê Hezîranê de ragihand ku ew dê çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî yên li ba wê girtî ve di dadgehên zelal û eşkere de darizîne, piştî ku civata navneteweyî ev doz paşguh kir.

Welatiyê bi navê Mehmûd El Ehmed ê ku birayê wî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kuştin ji ajansa me re got: "Çeteyên DAIŞ'ê terorîstên metirsîdar in, mirovahî bi wan re nîn e, wan gelek ji şêniyên Reqayê kuştin û koçber kirin."

El Ehmed got: “Çeteyên DAIŞ'ê bi bihaneya ku birayê min bi Koalîsyona Navneteweyî re kar dike ew kuşt, lê birayê min bazirganiya sûs û sebzeyan li Reqayê dikir.”

El Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku cezayên giran li çeteyên DAIŞ'ê bibre.

Welatiya bi navê Fatme El Ehmed (45) a ku kurê xwe di dema kontrolkirina Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve ji dest daye got: "Wê demê çeteyên DAIŞ'ê pîstirîn sûc li dijî me, zarok û jinên me pêk dianîn."

Fatme El Ehmed wiha domand: “Beriya rizgarkirina Reqayê, kurê min yê 18 salî ku li ser teksiyê kar dikir, ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hat revandin û heta niha tu agahî der barê de nizanim.”

Di dawiya axaftina xwe de Fatme El Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku cezayên herî giran li çeteyên DAIŞ’ê bibr.

(mh/şx)

ANHA