Dîrokzanê misirî: Ramanên Ocalan rêya mayîndekirina nirxên biratiyê ne

Dîrokzanê misirî Elî Ebûlxêr destnîşan kir ku pirsgirêk û nakokiyên li herêmê, encama siyasetên dewletên mêtinger ên li herêmê ne ku bi rêya pergalên netewperest û tayîfî mayînde kirine. Ebûlxêr got ramanên Rêber Abdullah Ocalan, rêya yekane ya mayîndekirina nirxên jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn in.

Dîrokzanê misirî: Ramanên Ocalan rêya mayîndekirina nirxên biratiyê ne
15 hezîran, 2023   00:07
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Dewletên mêtinger ji bo ku herêmê bi hêsanî dagir bikin û xêr û bêrên wê talan bikin, herêm dabeşî dewletên netewperest û tayîfî kir.

Li gorî çavdêr û pisporan, pêwîstiya herêma Rojhilata Navîn û gelê wê bi mayîndekirina jiyana hevbeş a li gorî teoriya biratiya gelan û neteweya demokratîk heye, ji bo ku bikarin li hember planên kontrolkirina herêmê bisekinin.

Nivîskar û dîrokzanê misirî Elî Ebûlxêr têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Ebûlxêr bal kişand ser lihevkirina di navbera Fransa-Brîtanyayê de ya sala 1904`an ku li gorî wê herêmên serweriya her dewletekê hatin diyarkirin û Şam û Cezaîr wek herêmên serweriya Fransayê, Misir û Sûdan jî wek herêmên serweriya Brîtanyayê hatin diyarkirin.

Ebûlxêr anî ziman ku ew lihevkirin, destpêka parçekirina herêmê û îmzekirina Peymana Sykes-Picot (1916) bû û wiha dom kir: “Lihevkirin li ser parçekirina herêmê li gorî neteweyên etnîkî hat kirin. Hin herêm jî tev li herêmên etnîkên din hatin kirin. Di van hewldanên mêtingeriyê de Kurd hatin paşguhkirin, behsa wan nehat kirin û pirsgirêk ji paşeroja nêzîk re hiştin.”

Ebûlxêr wiha axaftina xwe domand: “Dema em li dîrokê dinihêrin, em dibînin ku plangeriya mêtingeriyê ya ji bo parçekirina herêmê bi Sykes-Picot (1916) de dest pê kir, bi Deklarasyona Balfour (1917), piştî wê Peymana Severê (1920) dewam kir û piştî wê jî zêdebûna koçberiya ber bi Îsraîlê ve û Peymana Lozanê (1923) hat. Dema em li rêza van dîrokan dinihêrin, em dibînin ku armanc ji plane bicihkirina Îsraîlê di nîvê Rojhilata Navîn de û bêparhiştina Kurdan ji mafê wan ê avakirina dewletekê bû. Her wiha ji ber ku Kurd gelekî wiha ye ku di dirêjahiya dîroka xwe de têkoşiya û parastina Filîstinê jî kir ku dewletên mêtinger vê yekê red dikin, Kurd wekî kêmnetewe li zêdetirî dewletekê hatin belavkirin da ku nebin yek.”

PLANA PARÇEKIRINÊ

Elî Ebûlxêr got: “Armanca plana mêtingeriyê, parçekirina gelên herêmê bi rêya avakirina dewletan li wîlayetên Osmanî bû. Her wiha kêmneteweyên cuda li Iraqê di nava van dewletan de bi cih kirin, ji bo ku rewşeke dayîm a bêîstiqrariyê hebe. Li aliyê din jî dweletên ku şahên ne girêdayî civaka tê hikumkirin wan bi rê ve dibin, ava kirin.”

Ebûlxêr anî ziman ku eyb e heta niha nêrîneke siyasî ya adil a Ereban li hember Kurdan û doza kurdî tune ye û wiha dewam kir: “Ruxmî tiştên Kurdan ji bo dozên erebî û îslamî kirine û ruxmî ku Kurd wekî xeta parastinê ya yekemîn in ji ber Ereban ve li hember hêzên ku wan li herêmê hedef digirin, lê Ereb li hember wan ne xwedî nêrîneke siysaî ya adil in.”

‘ÇARESERÎ FIKRÊN OCALAN E’

Dîrokzanê misirê Elî Ebûlxêr têkildarî vegerandina nirxên jiyana hevbeş û biratiyê di nava pêkhateyên herêmê de, ev tişt gotin: “Ev zehmet e, lê pêkan e. Ji bo vegerandina nirxên jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêma erebî de, pêwîstî bi vegera li nirxên îslamî û demokratîk heye. Ev nirx, Rêber Abdullah Ocalan di felsefeya xwe ya neteweya demokratîk û biratiya gelan de bi zelalî temsîl kirin. Felsefeya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan xwe dispêre girîngiya veguherandina bingehên neteweyî bo îslama demokratîk.”

Dîrokzanê misirî Ebûlxêr wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Îslamê bi xwe banga azadî, biratî û jiyana aştiyane kiriye. Pêxember Mihemed jî dema koçî Medîna Muneware kir, bi wesîqeya Medîna heman tişt kir. Li gorî wê wesîqeyê, her welatiyekî li Medîna bêyî ku li ola wî bê nihêrîn, xwedî maf e. Di wesîqeyê de hebûna Cihûyan li Medîna Muneware jî hatibû naskirin.”

(c)

ANHA