Şêniyên Girê Spî ya dagirkirî banga jihevxistina meclisa herêmî kir

Şêniyên kantona Girê Spî banga derxistina çeteyan ji kantona dagirkirî û jihevxistina meclisa herêmî û başkirina rewşa jiyanî kir.

Şêniyên Girê Spî ya dagirkirî banga jihevxistina meclisa herêmî kir
14 hezîran, 2023   17:33
EYN ÎSA

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku şêniyên kantonê li hember sûcên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker dikin, derketin xwepêşandanê.

Heman çavkanî, diyar kir ku şêniyan banga jihevxistina nivîsgehên aboriyê yên li kantonê û bajarokê Silûkê kirine ku çavdêriya diziyê dikin û her wiha banga bidawîkirina kontrola çeteyan li ser jiyana welatiyan û rêbazên jiyana wan kirin. 

Her wiha destnîşan kir ku şêniyan banga jihevxistina meclisa herêmî kirine ku bi gendelê herî mezin bi nav kir.

Nivîsgehên aboriyê mal û milkên koçberan desteser dikin û di vê dawiyê de hin kes erkdar kirin ku hilberîna genim ji şêniyan bi erzanî bikirin ji bo ku piştre wê derbasî Tirkiyeyê bikin.

(şx)

ANHA