`Divê Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê helwesta xwe li hember êrişan zelal bikin`

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê kirin ku helwesta xwe ya li hember van êrişan nîşan bidin.

`Divê Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê helwesta xwe li hember êrişan zelal bikin`
14 hezîran, 2023   17:54
Navenda nûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku di encamê de sivîl û hêzên leşkerî şehîd bûn û birîndar bûn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser got: “Li gel rewşa girêk a aloziya Sûriyeyê, pêşketinên herêmî û navneteweyî ku bandor li Sûriyeyê kirin, hemwextî hewldanên dîtina çareseriyekê ji aloziyê re, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên ne rewa li dijî herêmê zêde dike.

Li dijî rojavayê Firatê, Şehbayê êrişên berfireh bi balafirên bêmirov ên biçek pêk hatin û di encamê de gelek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPG, YPJ û sivîl şehîd bûn û gelek ji wan birîndar bûn. Zêdekirina van êrişan û hedefgirtina rasterast a sivîlan, tenê daxwaza Tirkiyeyê rave dike ku dixwaze li gelek eniyan qirkirinê berdewam bike.

Bê guman, hemwextî berdewamkirina civînên çaralî û dayîna nexşerêyan û mekanîzmeyên ewlehiyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, ev êriş pêk tên. Ev geşedan û rewş gelek pirsnîşanan çêdike. Jê îhtîmala, hebûna lihevkirinên nû li dijî me di navbera Tirkiye û aliyên din de. Ê me rûbirûyî îhtîmalên nû yên nebaş bihêle ku em wê tercîh nakin.

Dema ku em sersaxiyê didin gel û malbatên şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker û şifayê ji birîndaran re dixwazin, em bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û destnîşan dikin ku divê Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û rejîma Sûriyeyê li hember van êrişan, helwestên xwe nîşan bidin û jê wan tê xwestin ku fişarê li Tirkiyeyê bikin ku êrişên xwe rawestîne.

Em pabendî parastina gel û herêmên xwe ne û di çarçoveya mafê parastina rewa de, em dê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û li hember tevahî êrişan bisekinin.”

(şx)