Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xala sereke ya encamnameya Komxebata li Lubnanê bû

Di encamnameya dawîn a komxebata li Lubnanê de, hat destnîşankirin ku netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, dikare bibe rêya çareseriyê.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xala sereke ya encamnameya Komxebata li Lubnanê bû
14 hezîran, 2023   17:22
 LUBNAN

Komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” ku duh (13`ê Hezîranê) li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kiribû bi dawî bû.

Encamnameya dawî ji aliyê profesorê zanîngeha Iraqê Seyf Ednan ve hate xwendin. Tê de hat destnîşankirin ku nijadperestî, olperestî, taîfî û doza jinan sedemên sereke ne ku li pêşiya veguhertina demokratîk bûne bend. Ji bo derbaskirina vê rewşê jî, pêwîstî bi nêrîneke din heye û hat diyarkirin ku netewa demokratîk a ku Rêber Abdullah Oclana pêşkêş kiriye, dikare bibe rêya çareseriyê ku di aliyê siyasî, aborî û civakî de çareyan misoger bike.

Her wiha beşdaran banga azadiya ronakbîr Abdullah Ocalan kir.

Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku temambûneke herêmî heye û Rojhilata Navîn dikare dozên enerjiyê, avê û gelek dozên siyasî, çandî bi rêya konfedraliya demokratîk çareser bike. Ji bo wê pêk bîne divê bi hev re stratejiyeke hevbeş peyda bikin.

Her wiha beşdaran diyar kir ku îstiqrara siyasî û aborî rêya yekane ya çareserkirina pirsgirêka koçberiyê ye û divê şert û mercên siyasî dabîn bibin ji bo ku vegereke ewle ji bo sûriyeyiyan bê peydakirin û divê NY û civata navneteweyî erêkên xwe bînin cih.

Di encamnameyê komxebata 13-14`ê Hezîranê de li dar ketiye, bala hate kişandin gelek mijaran di serî de sedemên dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û rewşa Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê. Beşdaran destnîşan kirin ku doza Rêber Abdullah Ocalan dozeke gelekî û dozeke siyasî ye. Danûstandina ku pê re tê kirin, li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye ji ber wê divê fişar û piştevanî li ser asta navneteweyî hebe da ku tecrîda ji zêdetirî 2 salan ve berdewam e, bi dawî bibe.

(şx)