​​​​​​​Rewşa jinan di şerên heyî de bû mijara civînekê li Çil Axa

Jinên navçeya Çil Axa rewşa jinan di şerê navbera pergalên demkratîk û kapîtalîst de, rola wê di dîtina rêbazên bêbandorkirina encamê wî şerî de nîqaş kirin.

​​​​​​​Rewşa jinan di şerên heyî de bû mijara civînekê li Çil Axa
14 hezîran, 2023   16:27
QAMIŞLO

Kongra Star a kantona Qamişlo, ji bo nîqaşkirina astengiyên li pêşiya jinan derdikevin, rêbazên hişyarkirina wê ji xetere û bandorên şerê taybet li ser jinan, civînan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de Kongra Star îro li navçeya Çil Axa civînek bi beşdariya bi dehan jinan, endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, komînan û meclisên navçeyê li dar xist.

Civîn li hola Navenda Çandî ya navçeyê li dar ket. Di civînê de endama rêveberiya Kongra Star a navçeyê Semer Hisên axivî û mijarên civînê bi bîr xistin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Zeyneb Mihemed rewşa siyasî ya herêmê û bandorên wê li ser rewşa jinan şîrove kir û diyar kir ku li herêmê şerek di navbera pergalên demokratîk û kapîtalîst de berdewam e ku hewl dide bandor li civakan bike.

Zeyneb destnîşan kir ku ev şer rasterast û nerasterast bandor li rewşa jinan dike û wiha domand: “Pergala kapîtalîst şerê tabyet li dijî jinan meşand. Ji bo ku jin ji bandorên vî şerî xilas bibin, divê jin yekitiya xwe xurt bikin. »

Endama Koordînsayona Kongra Star a kantona Qamişlo Nisrîn Belko axivî û destnîşan kir ku di rêgirtina li pêşiya siyasetên li dijî şoreşa jinan de, rola Kongra Star girîng e.

Di dawiyê de, beşdaran diyar kirin ku gelek girîng e jin xwe li gor ramanê Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin, rola komînan di hişyarkirin û perwerdekirina civakan, têkoşîna li dijî hegemoya baviksalariyê de, bidin nasandin.

(şx)

ANHA