Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in

Di rûniştina sêyemîn a komxebata li Beyrûtê de bal li ser bingehên ranosansa li Rojhilata Navîn hat kişandin. Beşdarên rûniştinê gotin: “Ocalan teorîsyenekî mezin ê xwedî vîzyonek stratejîk a li gorî rastiya herêmê ye û pêşniyarên wî  şênber in.”

Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
Komxebata li Lubnanê: Ocalan teorîsyenekî mezin e û pêşniyarên wî şênber in
14 hezîran, 2023   13:23
 BEYRÛT

Komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” ku duh (13`ê Hezîranê) li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kiribû, di roja duyemîn de dewam dike.

Komxebat ji aliyê Kongreya Federal a Daîm a Lubnanê ve bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirreng, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT tê birêxistinkirin.

Di roja duyemîn a komxebatê de têkildarî bingehên ranosansê li Rojhilata Navîn nîqaş tên kirin.

Rûniştina sêyemîn a komxebatê ji aliyê rojnamevana Kurd a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xezne Nebî ve hat birêvebirin. Endama Komîteya Jin, Ewlehî û Aştiyê ya Yekîtiya Afrîkayê Selwe Qîqe Bin Afiye axaftina destpêkê kir û behsa nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê jin û felsefeya li pey wekhevî û azadiyê veşartiye. Selwe girîngî da nêrînên Rêber Ocalan ên di vê mijarê de.

Selwe got: “Ocalan teorîsyenekî mezin ê xwedî vîzyonek stratejîk a li gorî rastiya herêmê ye û pêşniyarên wî şênber in.”

Selwe anî ziman ku dem dema organîzekirina rewşê li gorî pêwîstiyên serdemê ye û got: “Dema borî ne li gorî modernîteya ku tenê berhemên xwe bi kar tîne ye. Di ware pêkanîna demokrasî û wekheviya di navbera herdu zayendan de em li ku ne? Di cudabûn û azadiya nêrînê de em li ku ne?”

Mamosteyê zanîngehê û hevserokê Zanîngeha Şerq a li bajarê Reqayê Dr. Hesen El Îsa jî hinek nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan xwendin û bal kişand ser felsefeya “Neteweya Demokratîk” a Rêber Ocalan ku tê de rengê netewperestî yê hikumê tê rexnekirin û wekî malzaroka ku netew-dewlet afirandiye, tê hesibandin.

El Îsa got: “Ronakbîrê me Ocalan dest bi analîzkirina pergalan, damezrandina wan û erkên wan ên sereke kir. li gorî nêrîna wî, erka wan rêxistinkirin e, lê belê ew erk pêk neanîn û bûn zordest û desthilatdar.”

El Îsa der barê demokrasiya rasteqîn a yekser de jî nirxandin kir û got: “Ev jî tê wateya ku demokrasiyeke şeklî heye ku bi hilbijartinan bi sendoqan dest pê dike û bi sendoqan bi dawî dibe. Ew ji bo xapandina civakê ku her kes beşdarî demokrasiyê bûye, tê bikaranîn. Ev jî sûcekî dijî civakê ye.”

Siyasetmedara Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Mizgîn Mûgiriyan jî behsa girîngiya vegerandina rola pêşeng a jinan di civakê de kir û şoreşa bi pêşengiya jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wekî nimûne da. Mizgîn bal kişand ser girîngiya xwerêxistinkirina jinan li gorî guhertinên li cîhanê çêdibin û destnîşan kir ku jinên xwedî îrade û israr dikarin her tiştî bikin, dikarin ji kombûyî û rêxistinên jinan jî ji bo misogerkirina mafên jinan û pêkanîna destkeftiyên din, sûd werbigirin.

Di dewama rûniştinê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku şoreşa yekemîn di dîroka mirovahiyê de bi pêşengiya jinan pêk hatiye. Rîhanê her wiha bal kişand ser zanista Jineolojiyê ku Rêber Abdullah Ocalan sala 2008`an pêşniyar kiriye.

Rîhan Loqo destnîşan kir ku Rêber Ocalan ew fêr kirin ku azadiya jinan daxwaz bikin û got: “Yekem kesê ku behsa wekheviya di navbera mêr û jinan de kiriye, dirûşmeya bihêzkirina jinan û bidawîkirina tundiya li ser jinan berz kiriye Rêber Ocalan e.”

Di komxebatê de dirûşmeya « Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.

Komxebat dewam dike. Dê piştî navberê, rûniştina çaremîn a bi sernavê “Ber bi Rojhilata Navîn a demokratîk ve” dest pê bike. Tê de dê têkildarî stratejiya hevbeş ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, rêbazên xebata hevbeş ji bo pêkanîna konfedralîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, rêbazên çareserkirina aloziya koçberiyê ya li herêmê û bi taybet koçberiya welatiyên Sûriyeyê, bên nirxandin. Her wiha dê li ser hejmareke pêşniyar û biryaran were lihevkirin û dê komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(c)

ANHA