Zêdan El Asî: Bêdengiya Şam û Rûsyayê li hember êrişên Tirkiyeyê lihevkirin e

Zêdan El Asî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ewlehî û îstîqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe û got bêdengiya hikumta Şamê û Rûsyayê li hember êrişên dawîn ên li dijî nuqteyên wan nîşaneya hebûna lihevkirinên veşartî di navbera dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê de ye ku derbeyê li Rêveberiya Xweser bidin.

Zêdan El Asî: Bêdengiya Şam û Rûsyayê li hember êrişên Tirkiyeyê lihevkirin e
14 hezîran, 2023   12:51
REQA - EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nemaze Şehba, Minbic û Eyn Îsayê dijwar kirin.

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî li ser mijarê ji ajansa me re axivî. El Asî got: "Dewleta Tirk ji dema damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hewl dide vê rêveberiyê têk bibe. Ji ber ku ev rêveberî kevirê bingehîn ê Sûriyeya pêşerojê ye. Ev yek jî dewleta Tirk û dewletên dijberî gelê Sûriyeyê aciz dike."

El Asî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Şehba, Minbic û Kobanê zêde kirine û di van êrişan de çekên giran û balafirên bêmirov bi kar tîne.

El Asî wiha got: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên leşkerî dewam dike. Armanca wê ji van êrişan ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Êrişa duh jî piştî ku Rêveberiya Xweser ragihand ku çeteyên DAIŞ′ê bidarizîne, pêk hat."

El Asî bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê li hember êrişên dewleta Tirk ên dawîn ên li dijî nuqteyên wan û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê kirin hedef. Ev jî nîşaneya razîbûna her du aliyan li ser van êrişan e û nîşaneya lihevkirinên veşartî di navbera Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê de ye ku Rêveberiya Xweser têk bibin û zextê li Koalîsyona Navneteweyî ya li herêmê bikin û hinekî ji şerê Rûsya-Ukrayna bînin herêmê."

El Asî wiha dawî li gotina xwe anî: "Ger helwesta Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cidî bûya, dewleta Tirk a dagirker nedikarî êrişên bejahî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bianiya."

(fr)

ANHA