Çeteyan zarokek qetil kir

Bazirganên organên mirovan ên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Silûkê yê girêdayî Girê Spî zarokek qetil kir.

Çeteyan zarokek qetil kir
14 hezîran, 2023   12:34
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji bajarokê Silûkê ku 15 km li rojhilatê kantona Girê Spî ya dagirkirî ye, ragihand ku li bajarok ji ber qetilkirina zarokê bi navê Hemûd Xidir Sultan (6) gel bi hêrs e û rewşa ewlehiyê tevlihev e.

Hemûd Xidir Sutan 2 roj berê kuştî hatibû dîtin, lê nehatibû zanîn çawa hatiye qetilkirin.

Li gorî çavkaniyan, piştî ku bûyer hinekî ronî bûye, eşkere bû ku destê çeteyê bi navê Xalid Elûş ê bi “Cerah” tê nasîn, di sûcê qetilkirina wî zarokî de heye. Ew çete di koma “Ehrar Şerqiye” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker de cih digire.

Hat ragihandin ku sûcê qetilkirinê ji bo bazirganiya endamên laşê mirovan e ku di ser Tirkiyeyê re tê kirin û ji aliyê torên girêdayî Ehrar Şerqiyê ve tê birêvebirin, pêk hatiye.

Çavkaniyan got aliyên ewlehiyê yên girêdayî dewleta dagirker hewl didin lêpirsînkirina bûyerê bigirin û bi vê yekê kujeran biparêzin.

(c)