Rêxistina Sara a Efrîn û Şehbayê sûcê qetilkirina Ûfê Şêx şermezar kir

Rêxistina Sara ya kantona Efrîn û Şehbayê qetilkirina Ûfê Şêx bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir û bang li rêxistinên parastina mafên jinan kir ku sûcên li dijî jinan û zarokan belge bikin, dewleta dagirker û çeteyên wê muhasebe bikin.

Rêxistina Sara a Efrîn û Şehbayê sûcê qetilkirina Ûfê Şêx şermezar kir
14 hezîran, 2023   12:15
ŞEHBA

Bi dehan endamên Rêxistina Sara ya kantona Efrîn û Şehbayê, Kongra Star li qada sereke ya Kampa Serdemê ya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî qetilkirina jina bi nave Ûfê Şêx li Efrînê di 12′yê Hezîranê de bi destê çeteyên dagirkeriyê, daxuyaniyek da.

Endama Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed bi zimanê erebî û endama Meclisa Kampa Serdemê Gulistan Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji dema dagirkirina Efrînê ji hêla çeteyên Erdogan ve kiryar û sûcên li dijî xelkê Efrînê ji qetilkirin, serjêkirin, tecawîzkirin, dizî, talan, koçberiya bi dare zorê, desteserkirina mal û milkan, revandin û girtin, şantaja darayî dest pê kirine.

Di daxuyaniya rêxistinê de hate destnîşankirin ku di demeke nêz de terorîstan tecawiz li 2 zarokan kirin û Ûfê Şêx Zeîm jî qetil kir.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev sûc ji hezaran sûcên li dijî jinan li Efrînê û tevahî herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin pêk tê; piranî Kurd in.

Rêxistina Sara tevahî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin.

Rêxistinê di daxuyaniyê de bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên jinan kir ku derbasî Efrînê bin û rewşên tundî, kiryar û sûcên li dijî jinan û zarokan ku komên terorîst bi hevkariya MÎTê′ê pêk tînin belge bikin û wan ceza bikin.

(fr)

ANHA